Polîtîk

Koronayê nehişt termên gorên bikom bînin Kurdistanê

Endameka Parlemenê Iraqê diyar kir ku ji ber hatina şewba Korona yê nekarîne termên Kurdên li gorên bikomên li biyaban û çola Semawe bînin Kurdistanê ku biryar bû li 14.04.2020 li rêwresmekê heja de bianiyan himbêza Kurdistanê bihatan veguhestin.

Hedar Barzanî Cîgira Serokê Lîjneya Şehîdan li Parlemena Iraqê, eşkere kir ku li adara sala 2019 du gorên bikom li biyaban û çolên parêzgeha Semawa ya li Başurê Iraqê bi fermî hatine eşkerekirin û got: Meha heft ya heman salê me serdana her du goran kiribû, niha termên wan qurbaniyan li pizîşka dad ya li Bexdayê ne, mînak ji wan hatine wergirtin da ku pişkinîna DNA bêkirin. Lê belê mixabin mînakên kesûkarên wan nîne evên zîndî ku beramberî li gel bê kirin ka her qurbaniyekê ya kîjan malbatê ye.

Her wiha Hedar Barzanî vê yekê jî got: Biryar bû li 14.04.2020 ev term bi rêwresmekê fermî ji bo Kurdistanê bihatan vegerandin û amadekariyeke baş jî, ji bo wan hatibûn kirin, lê mixabin ji ber hatina şewba Koronayê eve yek nehate kirin.

Hedar Barzanî jî eve jî eşkere kir ku bi tenê ev her du gor Kurdbûn, lê hê jî gelek gorên din mane li heman biyaban û çolan ku xelkê (Kuweytê yê Şîe) ne.

Back to top button