Polîtîk

Konsulê nû yê Tirkiyeyê li Hewlêrê dest bi karê xwe kir

Bi minasibeta destbikarbûna wî weke konsulê nû yê konsulxaneya Tirkiyeyê  li herêma Kurdistan, îro Mehmed Akif serdan fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Di dîdarekê de ku, Ebdulselam Reşîd rêvebirê giştî li fermangehê amade bû, behsa têkeliyên navbera her du gelên kurd û tirk, ast û qebareya bazirganiyê di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de hat kirin.

Felah Mistefa pîrozbahî li konsulê nû yê Tirkiyeyê kir û hêviya serketinê jê re xwest û amdeyîya fermangeha têkeliyên derve ji bo hevkarî û hevahengiyê ji bona zêdetir pêşxistina peywendiyên di warê siyasî, aborî, bazirganî, perwerde û kulturî de nîşan da.

Konsulê nû Tirkiyeyê Mehemd Akif di axaftina xwe de got ku, ew gelekî kêfxweş e  ku, weke konsulê konsulxaneya Tirkiyeyê  li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe yê nû dike û silavên wezîrê derve yê Tirkiyeyê  gihandin hikûmeta Kurdistanê.  Akif got jî ku, ew dixwaz e kar û xebatên konsulê berê zêdetir ber bi pêşve bibe û sewîyeya têkeliyên navbera Hewlêr û Anqereyê bigihîne qonaxeke pêşkeftîtir. 

Back to top button