Civak
Konseya Ewropayê çavderiya hilbijartina dike
Konseya Ewropa ji 20 welatan 22 çavder rêkirin Tirkiye ji bo ku çavderiya hilbijartinên herêmî bikin.
Kongreya îdareyên herêmî ya girêdayê Konseya Ewropayê ji bo çavderiya hilbijartina li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bête kirin ji 20 welatan 22 çavder rêkirin Tirkiye. Serokatiya şanda çavder ji aliyê Andrew Dawson ji Britanya tê kirin. Şanda çavder li Enqere li gel nûnerên partiyên siyasî û berpirsên dezgehên sivil civiya.
Piştî hevdîtinên li gel partiyên siyasî û dezgehên sivîl endamên şanda çavder belav bûn , dê her yek li deverekî çavderiya prosesa deng danê û hêjmara dengan bike.