Civak

Konsera piyano û dengbêjiyê li dêra dîrokî ya Amedê

6’emîn Rojên Muzîkê ya Akademiya Ma Muzîkê di roja xwe ya çaremîn de berdewam dike. Çalakiyên ji bo bîranîna hunermend Rênçber Ezîz îro li Dêra Surp Giragos bi konsera piyano û dengbêjiyê berdewam kir. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Di vekirina çalakiyê de yek ji mamosteyên Ma Muzîkê Ferhat Ertaş axivî û kesên 9 sal berê di mîtînga HDP’ê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî. Ertaş bi bîr xist ku Dengbêj Şakiro beriya 28 salan jiyana xwe ji dest da û got, “Şakiro ansîklopediyek bû. Ez di şexsê Şakiro de çand û hunera Kurdî bi bîr tînim.”

Performansa piyanoyê ya Welat Tayfur ku yek ji mamosteyên Ma Muzîkê ye, gelek bal kişand . Dûre ji Mamosteya Ma Muzîkê Sarya Ertaş li gel piyanoyê klam gotin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button