Polîtîk

Kongreya komeleya nivîskarên kurd

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê îro (24/11/2012) li aşxaneya xwarinên kurdî ya Şêxmûsî li navenda Stockholmê kongreya xwe ya 17yê çêkir. Kongreyê bi xwarinên xweş yên Şêxmûsî dest pê kir.

Paşê dîwan ji aliyê Newzad Hirorî û Serdar Roşanî ve hat birêve birin. Raporên xebatê ji aliyê serokê komeleyê yê berê Paşa Brodrêjî û berpirsiyarê aborî Zinar soranî ve hatin xwendin.

Deriyê pêşniyazan vebû û hinek minqaşe li ser pêşniyazeka ku dixwest guhortinê di madeyeka destûrê de bike, bona ku serokê komeleyê dîrekt ji aliyê kongreyê ve bêt hilbijartin hat kirin, lê pêşniyaz qebûl nebû û guhortin di destûrê de çênebû. Paşî endamên komîteya kargêr ya nû hatin hilbijartin; sê esîl û du cîgir.

Komîteya Kargêr civîna xwe her li wê derê kir û serok, sekreter û berpirsiyarê aborî di nav xwe de destnîşan kirin û ew jî ev in:

Zinarê Xamo (serok)

Têmûrê Xelîl (sekreter)

Zinar Soran (berpirsiyarê aborî)

Lokman Polat

Şewket Amêdî

Back to top button