Kongresa Amerika spasî mirovdostiya Kurdistanê kir
Roja yekşem 28.06.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevbeşa Encûmena Nûneran û Encûmena Pîrên Amerîka û hejmarek karbidest û şêwirmendên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir.Li hevdîtinê de şanda mîhvan behsa wê rola pêkvejiyan û pêşketinan kir ku li Herêma Kurdistanê da pêkhatiye û her wiha rola Serok Barzanî ya li serkirdayetî kirina proseya siyasî û şerê terorîstên Da’îş de bilind nirxand û spasiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin ku gelek bi azayane bi rûyê terorîstan da hatine û bi navê parastina hemwelatiyan û pêkhatên neteweyî û olî qurbaniyeke zêde dane. Spasiya Hikûmet û gelê Kurdistanê jî kirin ku bûne penageha sedanhezar koçberên Sûrî û navxoya Iraqê û bi pêzanînê ve behsa ruh û giyana mirovdostiya Herêma Kurdistanê kirin. Şanda mîhvan ewe jî bi Serok Barzanî ragihand ku li Amerîka têgihîştinekî kûr beranber peywendiya Amerîka li gel Herêma Kurdistanê de heye û hatine ku ji nêzîk ve agahdarî rewşê bibin û ji bo wan hewlên Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge binirxînin û di derbarê rewşa siyasî û emniya Iraqê û paşaroja navçeyê de çend pirsiyarek pêşkêşî Serok Barzanî kirin.Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî Hikûmet û gelê Amerîka jî kir ku li şerê dijî terorîstan da piştevanê xelkê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bûne. Serok Barzanî bi kurtî rewşa siyasî û emniya Iraqê û serkeftinên hêzên Pêşmerge xisterû û ronahî jî xiste ser rewşa giştiya navçeyê û wê yekê dûpat kir ku gelê Kurdistanê ji bo parastina xwe pêwîstî bi çek heye ji ber ku em li navçeyek de dijîn ku berdewam hereşe û tundrewiyên nû serî hildide. Di derbarê rewşa Musil ya piştî şerê Da’îş de Serok Barzanî wê yekê ragihand bi hukma wê yekê pêkhata olî û neteweyî yên cûr bi cûr li Nînowa dijîn pêwîste li qonaxa piştî Da’îş da sîxeyekî wiha bê dariştin ku hemû pêkhatek ji paşaroja xwe dilniya bê û beşdarî birêvebirin û diyar kirina çarenûsa xwe bin. Ji ber ku pêkhatên neteweyî û ayîniyên parêzgeha Nînowa bi ezmûnekî gelek tehl da derbasbûn û divê paşaroja wan bê mîsoger kirin.Nirxandina peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û her wiha paşaroja Iraqê û rêyên çareserkirina qeyranên Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.