Komkujiya Dersimê
78 sal berê, roja 4ê gulanê bi tesdîqkirina M. K. Ataturk û F. Çakmak bi biryara resmî, ji bo bi tevayî ji holê rakirina gelekî, êrîşa eskerî hat dayin. Li ser ”Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl a Dêrsimê” ku di 4ê Gulana 1937an de hatibû stendin, di 12ê Gulana 1937an de hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyê Dêrsim îşgal kir, kevir ser li kevir nehêlan.
Di biryarê de ”gelê herêmê divê bê civandin û ji bo devereke din bê neqilkirin”, ”Ev operasyona civandinê wê bigre ser gundan wê hem sîlehan bicivîne û hem jî bi vê firsendê kesê ku hatine civandin neqil bike”. Dîsa di biryarnameyê de tê gotin: ”Heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin wê çavkanîyên serîhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma pêwist e em ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin divê li cî û ebedîyen ji navê rakin, gundan bi temamî hilweşînin û malbatên wan dûr bixînin”.
Ev gelek aşkere ye ku ji ber bawerî û nasnameya wan, ji holê rakirina miletekî ye.
Dewleta Tirk bi tecrubeya qirkirina Ermenîyan tevgerîya, berîya her tiştî dest bi bêçekkirina gel kir. Bi navê stendina leşkerîyê, qismekî mezin ji xelkê herêmê kirin leşker û dû re kesên ku dikarin rêberîya gel bikin, yên xwedî gotin, bi îtîbar tevî malbatên wan ji bo surgun bikin civandin. Ji bo têkilîyên wan bi temamî bên birîn û hevûdin nebînin surgunî bajarên cuda yên Tirkîyeyê kirin û ”îqameta mecbûrî” dan wan. Piştî wê, operasyona îmhakirinê dest pê kir. Bêyî ku ferqê têxin navê, hemû gelê Dêrsimê qir kirin. Serokê Emnîyeta Malatyayê yê wê demê Î. Sabrî Çaglayangîl îtîrafkiribû, jin û zarokên ku ji zilmê filitîbûn ketibûn şikeftan bi ”jara mişkan” hatin qetilkirin. Jin û keçên Dêrsimê ji bo zêdetir esaretê nebînin ji zinarên bilind xwe davêtin çemê Munzûrê. Leşkeran hin zarokên sêwî bi xwe re birin bajarên xwe û ew wek miletekî din gihandin.
Qirkirina Dêrsimê, piştî qirkirina etnîsîteyên ne musilman, xeleka sîyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîrîyê dest pê kir û sala 1937-38an bi qirkirina Dêrsimê dawî lê hat. Wek ku di biryarnameyê de hatîye gotin hemû cî û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.
Heman sîyaseta dewletê îro jî berdewam e. Serokdewletê Tirkîyê pir bi rehetî dibêje ”bi Kurdan re li dor maseyekê rûniştin, wateya dawîhatina dewletê ye”, çîroka xwe ya yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al di her firsendî de dubare dike.
Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê kirîye tiştê dewlet bike ew e uzrê xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gor vê rastîyê bavêje. Dewlet dikare bi destnîşankirina mezelên serokên tevgera Şêx Seîd û Seyd Riza û yên din ku heta nuha bi dizî girtîye, dest pê bike.
Di 78 salîya qirkirina Dêrsimê de em wan qirkirinên li hember gelê Kurdistanê bi nefretî protesto dikin û em li ber şehîdên xwe bi giramî serê xwe ditewînin.
Em wek PAK careke din dîyar dikin di meşa xwe ya azadîyê de heta ku em hemû mafên gelê xwe bi dest xin, bi biryardarî em ê bimeşin.
03.05.2015
PAK Buroya Çapemenî û Ragihandinê