CîhanRojev

Komkara Erebî: Divê Tirkiye bi bê merc ji Sûriye, Iraq û Lîbyayê vekêşe

Yekîtiya welatên Ereban daxwaz ji Tirkiye dike bi bê merc hêzên xwe ji Sûriye, Iraq û Lîbyayê vekêşe

Komkara welatên Erebî îro çarşem destwerdanên tirkiye li karubarên navxweyên dewletên Erebî şermezar kir û daxwaz ji Enqere kir hêzên xwe yên li Sûriye, Iraq û Lîbyayê vekêşê.

Ev şermezarkirin û daxwaza yekîtiya dewletên Ereban di demek deye ku ragihandina yekem civîna wezaretan ya “Lîjneya Erebî taybet bi duvdaçûna destwerdanên tirkiye li karubarê dewletên Erebî da” hat.

Li daxuyaniya xwe de belavkirine ku lîjneya wan hemû awayên destwerdanên dijminkariyên tirkiye li karubarê welatên Erebî da şermezar kir, bi taybetî destwerdanên Iraq, Suriye û Lîbya û bi binpêkirineke mezina yasaya nêvdewletî û biryarên Encûmena Asayîşê dizane.

Back to top button