Cîhan

Komkara Dewletên Erebî li dijî serxwebûna Kurdistanê ye

Komkara Dewletên Erebî dijatiya xwe li hember ragehandina dewleta kurdî diyar kir û ew tekîd dikin ku, mafê herêma Kurdistanê nîne ji Îraqê cuda bibe.

Fazil Mihemed cîgirê sekreterê giştiyê Komkara Dewletên Erebî bo karûbarên siyasî  di preskonferensekê de li ser meseleya referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê  axivî û got: ”Komkara Erebî li dijî cudabûna kurdan e ji Îraqê û dawaza kurdan bo ragehandina dewleta serbixwe bi fermî nas nake.”

Cîgirê sekreterê giştiyê Komakara Erebî bo karûbarên siyasî dibêje ku, di vê qonaxê de mafê herêma Kurdistanê nîne serxwebûna xwe rabigehîne û li ser daxuyaniyên serokê Kurdistanê jî dibêje: ”Mesûd Barzanî û hindek berprisên din yên herêma Kurdistanê behsa referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê dikin, em tu qîmetê nadin wan daxuyaniyan û ew daxuyanî bi tenê ji bo mediyayê tên dan û di piraktîkê tu qîmeta wan nîne.”

Back to top button