Komkar pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî kir
Birêz Serokê Hukumet a Kurdistan Nêçîrvan Barzanî,
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û çalakvanên Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê KOMKAR.eu yê, bo wergirtina posta Serokwezîrtiyê cenabê te û Hukumeta nû bi dilekî germ pîroz dikim.
KOMKAR, zêdetir 35 sal e di qada demokratîk de li Ewrûpayê kar dike. Di çareserkirina hemû pirsan de, tund û tûjiyê red dike û metotên demokratî û aşîtiyane ji xwe re esas digrê. Li ser vî esasê kar, xebat û çalakiyên xwe li Ewrûpa bo nasandina doza rewa yê gelê Kurd, bo peydakirina piştgirî û lobiyek xurt, bo parastin û pêşvebirina ziman, folkor û kultura Kurdî, her wusa bo çareserkirina pirs û pisgirêkên civata Kurd li Ewrûpayê kar dike.
KOMKAR.eu, parastin û pêşvebirina hemû destkeftiyên Kurd û bi taybet jî destkeftiyên Kurdistana başûr gelekî girîng dibine. Loma em, wergirtina we ya posta serokwezîriya Herama Kurdistanê, di rewşek weha nazik û xesas hestiyariyek mezin qebûl dikin.
Ez carek din cenabê tewek serokwezîr û hukumeta nû ya Herema Kurdistanê pîroz dikim. Emê li Ewrûpayê, ji bo berjevendiyên Kurdistana Başûr bi hemû îmkan û mecalên xwe piştgiriya Hukumeta Herema Kurdistanê bikin.
Li gel silav û rêz
20.07.2012
Kovan Amedî Serokê Giştî yê KOMKAR.eu