Endamekî encumena parêzgeha Silêmaniyê dibêje, ji ber çekdarên PKKê aramî û ewlehiya xelkê Silêmaniyê nemaye.
Endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê, Berzan Hemîd ku serokê komîsyona asayişa encumenê ye jî, ji BasNewsê re got, di xwepêşandanên payîza borî yên Silêmaniyê de kesên xirabkar beşdar bibûn. Wan kesan berê xwepêşandanan guhertin û aloz kirin. Mixabin komek welatiyên me şehîd û birîndar bûn.
Berzan Hemîd her wiha got, mafê PKKê û ti hêzeka din ya siyasî nîne destê xwe bixe nav xwepêşandan û karên Kurdistanê. Lazim e êdî xelkê Kurdistanê rê nedin kesekî din destê xwe bixe nav çalakî û xwepêşandanên wan. Ji ber ku ew ziyanê digehînin xelkê.
Wî endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê da zanîn jî, PKK hikûmeta Kurdistanê qebûl nake û got, ji ber wê jî her dem hewl didin arîşeyan jê re çêkin. Hebûna PKKê li devera Şarbajêr ya Silêmaniyê, aramî û ewlehiya xelkê xirab kiriye. Divê dezgehên ewlehiyê pêşiya vê yekê bigirin.