CivakRojev

Komel ji Parlamentoya Kurdistanê vekişîya

Serkirdeyê Komel Elî Bapîr, bi daxuyanîyekê ragihand ku nûnerên wan yên li Parlamentoya Kurdistanê û herwiha nûnerên rêveberîya xwecihî ya Silêmanîyê vekişîyane.

Komela Dadwerî ya Kurdistanê (Komel), vekişîna xwe ji Parlamentoya Kurdistanê û Meclîsa Parêzgeha Silêmanîyê ragihand. Bapîr, diyar kir ku di civîna giştî ya partîya wan de biryar hat dayîn ku li Parlamentoya Kurdistanê, li Meclîsa Parêzgeha Silêmanîyê û nûnerên wê yên di rêveberîyên herêmî de îstîfa bikin.

Rêvebirê Komel got: “Paşxistina hilbijartinan û dirêjkirina bi darê zorê ya sazîyan tirsek cidî li ser pêkhateya Herêma Kurdistanê çêkir.

Bapîr diyar kir ku dema Encumena Parêzgeha Silêmanîyê û rêveberîya xwecihî bi dawî bûye.

Back to top button