CivakRojev

Komara Kurdistan Îro Jî Rêka Me Ronî Dike

75 sal berê niha, di 2’ê Rêbandanê (21ê Kanuna Paşîna sala 1945) da, Komara Kurdistan, li Kurdistana Rojhilat, bi pêşengiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê  (HDK-Î) û bi destê Pêşava Qazî Mîhemed hate ragihandinê.

Temenê Komara Kurdistan kurt û desthilat wê di navçeyeka teng da bû, lê belê bandora wê li seranserê Kurdistanê gelek bi hêz bû.

Gel deshilatiya Şahînşahî li bajarê Mehabad û derdorê Mehabadê ruxand.

Deshilatiya dewleta dagîrker nema, rêvabirî kete destê Kurdan. Gelê Kurd bi ragihandina Komarê va, di beşekê welatê xwe da kiyaneka netewî û demokratîk ava kir.  

Hestên netewî geş bû. 

Zimanê Kurdî bû zimanê fermî.

Ziman û çand û perwerde û çapemeniya Kurdî geş bûn.

Jinên Kurd xwe rêkxist û pirtir beşdarê kar û barê civakî û siyasî bûn.

Bona parastina Komarê Hêzê Pêşmerge, Leşkerê Kurdistan hate damezrandin.

Ji bona herkesê azadiya bîr û bawer û olî, evlehiya can û mal hatibûn dabîn kirinê.

Di navçeyê, ku di bin destê diktator, şah û melîk û emîran da bû, ragihandina serweriyekê bi şiveyê Komar, nişan da ku gelê Kurd dilxwaz û aligirê nirxên serdemî ye.

Bi kurtî Komara Kurdistan a ciwanmerg bercesteyê daxwazên netewiyên gelê Kurd bû û bona vê yekê jî bibû hêviya hemu Kurdan. 

Li seranserê Kurdistanê gel Komarê ya xwe zanî, Pêşava Gazî jî wekî Serokkomarê xwe pejirand. Gelek tekoşerên Kurd hatin Mehabadê û beşdarê kar û baren Komarê bûn, ku rol û fidekariya Barzaniyan di bin serokatiya Mela Mistefayê nemir da nayê ji bîr kirinê.

Temenê Komar kin bû, lê bêlê ronahiya wê her berdewam e û îro jî rêka me ronî dike.

Pêşava Qazî bo heyeta Kurdên Bakur gotibû, ku “roj, ku li Mehabadê hilatiye, tirêja wê dê  bigihije we jî.”

Tirêja Komar îro li Hewlêrê dibiriqe.

Lê em piştrast in herwekî Pêşava ji gotiyê tirêja wê wê bigihije Amadê û Qamişloyê.

Di salvegera ragihandina Komarê da careke dinê li ber hizura Şehîd Pêşava û hevalên wî, li ber hizura hemu şehîdên Kurdistanê qirnoş dibin.

2ê Rêbandan, roja demezrandina Komara Kurdistan, li Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, ku damezranerê Komar e, li malbata şehîdên Kurdistanê, li Pêşmergeyên navsenger û hemu gelê Kurd pîroz be.

21.01.2021

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button