Polîtîk

KOÇ-KAK li Almanya Newroz pîroz kir

Newroza 2014

Rêxistina Almanya ya PDK-Bakur, Komela Çand û Karkerên Kurdistan (Koçkak)
Centera Kurdi li Köln û Komala Çand û Huneri di 23.03.2014 an de li bajarê Kolnê Newroz pîroz kir. Newroz bi stranên Qula û Minare, Hejar Xaniki, Diler Germiyani, Ereb Osman, û Koma Zarokên Kurdistancoştir bû û mêvanan bi dilek xweş Newroza xwe pîroz kirin.

Daxuyanîya Komelên Kurdistani a Newroza 2014

Rêzdaran,
Nûnerên Partî û Komale Kurdistanî, li ser Nave Koçkak, Komela Centara Kurdi li Köln û Komela çand û Huner hun bi xer hatin şahî ya Newroza 2014.
Newroza we piroz be.
Mevanên heja,di diroka me kurdan de ciheki newroze ye taybet heye.
Agire Newroze sembola azadiya Zarok,Dayik,Bav û Kalaye .

Îşareta tekçûna rejimen xwin xar û diktetora ye sembola ronahî û demokrasîye ye.Himbêzkirina hemu cure bahwerîye cudaye.Jiber ve taybêtîye ye ku dagirkêren Kurdistan û rêjimen diktator li ser axa bav û kala ev roja pîroz li me kadaxe kiribun.
Le geleme bi hestêk Netêweperwer li ve roja xwe a Nêtewî xwedî derkêtîye û hatanî îro aniye.Em sipasdare gele xwe ne.
Mevanên heja. Mixambil ku xweşî û nêxweşiye me kurdan tevlihev bunê.

16 adare me komkujiya Halebçê şehit bibîr anî, em sere xwe li ber şehîdên halebçê di tewinin, ewe di dile millete kurd de tim zindî bin.
Rêzdarên heja gele kurd hewkas merxase ku bi serbilindî pêşpazî li xweşî û
nexweşîye xwe dike.

Rêzdaran, xwişk û birayên hêja.Li rojhilata nawerast de guhartine mêzin çedibin.Ev guhartin jibo me kurda gelek diroki û girîngen.Jiber Lozana diduya dubara nebe,pewîste em yekitî û hevkarîye xwe çekin.

Rezdaran, em wek Komalên Kurdistani li derveye Welat, tika ji gele xwe dikin, li zimane xwe û çanda xwe xwedi derkevin.Bi taybet Dayik.
Dayika Kurd be çawa di şoreşe de xizmetek gelek mezin kiriye, em baweren ku li derveye welat ji we rola xwe bilizi.
Ziman hebuna mileta ye.Milete ku zimane xwe ji bir kirine dawiya xwe hatine.Jibo ve yeke Em tika ji Dayika Kurd dikin ku zaroke xwe re bi kurdi biaxifin.

Rezdaran, biheviya ku geleme li çar aliye Kurdistan bigihe mave xwe a netewi
dubara cejna Newroze li we û hemu kurde li welat û derveyi welat pîroz be
Bijî Kurd û Kurdistan

Koçkak, Komela Çand û Karkerên Kurdistan
Centera Kurdi li Köln,
Komala Çand û Huneri
23.03.2014 li Köln

Back to top button