Kirasguhastina Mehmet Alataș
Kirasguhastina rêzdar Mehmet Alataș yê ku 98 salan Êzdiyatî li gundê Șimzê diparast !Pismamên hêja,min jî bi dilekî xemgîn bihîst ku, rêzdar apê Mehmet Alataș yê ku heta 98 saliya temenê xweli gundê Șimiz(Oğuz)ê dijiya û Êzdiyatî diparast di 05.05.2016 de kirasguhastiye û çuye berdilovaniya Xwedê.Bi rastî, ez zahf xegînim ku min heta vêga derfet nedît li ber çokên rêzdar apê Mehmet Alatașrûnim û ji ber zargotina ku li ser dilê rahmetî mabû, bersiva gelek pirsen li ser delîl, nêrîn,dîtin, çirok, stran, agehdariyên ku rewșa jiyan, ferman û qirkirinên bav-kalên me zelaltirbikirina binivisînim.Lê weke ku min di çapemeniyê de șopandiye, Xwedê jê raziyê apê Mehmet Alataș di gelekciyan de gotiye, – Em li ser vê axê hatine dinya yê, emê li ser vê axê jî kirasbiguhêzin-“Butoprakta doğduk, bu toprakta öleceğiz”- * 1 û ewî jî li goriya derfetên xwe gelek caran bahsarewșa Êzdiyên ku heta niha li gundê Șimzê(Oğuz) diman kiriye û Êzdiyatî parastiye.- Binêren liçavkanî: 1, 2, 3 û 4-Ez dibêjime Xwedê jê raziyê apê Mehmet Alataș, gelek spas ji bo vê xizmet, ked û emaka kute ji bona parastin û nasandina Êzdîtiyê kiriye! Ji Xwedê û Tawisî Melek hêvîdikim, ku ew webi rahmeta xwe şahbikin!Bila serê we tevaya zarok, zave, nebî û kesên ku ji malbata rahmetiyê rêzdar apê MehmetAlataș in sax be!Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdîtiyê*Çavkanî:1http://www.batmancagdas.com/gundem/bu-toprakta-dogduk-bu-toprakta-olecegiz-h41859.html2http://www.batmancagdas.com/yezidi-k246y252nde-bir-231ift-kald305-h7180.html3http://www.habervantv.com/haber-15966-4http://yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=44805