Polîtîk
Kiliçdaroglu: Hiquqê diperçiqînin !
meclisa CHPê di serokatiya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de civiya. Kiliçdaroglu di civînê de axavtinek kir û behsa berbijêriya Erdogan û bê huquqiya hilbijartina kir. Kiliçdaroglu dibêje ku;
Rewşa hiqûqî diyar e. Erdogan xwe wekî ku kesek mexdûr dide nasandin û dixwazê hêza bi vê yekê bipejirîne.
Der barê Qanûna Hilbijartinê de Kiliçdaroglu jî wiha got: “Destûra Bingehîn tê binpêkirin. Kesê ku li vê derê li mijarê binêre Dezgehê Bilind yê Hilbijartina(YSK)ye. YSK jî çi fermana ku Qesra serokkomariyê dide bi cih tîne. Li şûna vê mijarê em ê behsa aboriyê bikin. Ev pirsgirêka gel e.”
Li aliyê din hat diyarkirin ku di civînê de li ser berbijêriya serokkomar tu nirxandin nehatiye kirin.