Kildanî û Aşurî bi temamî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin
Şiwan Berzencî (Hewlêr): Sekreterê Giştî yê Partiya Bêt el-Nehrên a Aşurî, Romeo Hekarî tekez kir ku hemû aliyên siyasî yên Kildanî û Aşurî ligel referandûmê ne û ew piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê dikin.
Romeo Hekarî di hevpeyvînekê de ligel heftenameya Basê bal kişand ser helwesta Kildanî û Aşuriyan li ser pirsa referandûmê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û egera ragihandina serxwebûna Kurdistanê.
Hekarî di vê derbarê de da zanîn ku pêwîste ji zû de Herêma Kurdistanê gavên bi vî awayî biavêta da ku ji Bexdayê re bide xuyakirin ku Kurd gelek bijardeyên din li pêş hene eger bixawze, herwiha da zanîn ku ev demek dirêje ku arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê daleqandî mane û Nûrî Malikî û hikûmeta Iraqê bi mîzacê xwe ligel aliyên Kurd tevdigerin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Bêt el-Nehrên tekez li ser piştgiriya Kildanî û Aşuriyan bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê kir û got: “Bêguman welatî û aliyên siyasî yên Kildanî û Aşurî ligel referandûmê ne bo navçeyên madeya 140, herwiha Kildanî û Aşurî piştgiriya temam li ragehandina serxwebûna Kurdistanê dikin, ji ber ku eger Herêma Kurdistanê ji herêm bibe dewlet, dê mafê me jî bi rêveberiya xweserî bipêş ve here.”
Derbarê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de jî, navborî diyar kir ku vegera wan navçeyan bo ser Herêma Kurdistanê di pileya yekem de di berjewendiya wan de ye û wiha axifî: ‘‘Ji ber ku em li deşta Nînewa daxwaza mafê rêveberiya xweser dikin, ku ew navçe dikeve çarçoveya madeya 140 a destûra Iraqê, herwiha me karî di destûra Kurdistanê de vî mafî di çarçoveya madeya 35 de ji xwe re bipejrînin.”
Li ser kontrolkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, Romeo Hekarî wiha got: “Em wek Kildanî û Aşurî piştgiriya çûna Pêşmerge û Hêzên Zêrevanî bo wan navçeyan dikin, nabe Pêşmerge ji wan navçeyan vekişin, ji ber vekişana Pêşmerge vekişandine ji hemû sozên me ye bo gelê Kurdistanê.”
Şiwan Berzencî/BasNews