Cîhan

Kîjan dewlet agahdarîyên hilbijartinê bi kurmancî belav dike?

Rojevakurd Stockholm – Mîran Boran

 ________________________________________________________________________________________

Di hilbijartinên 2010an de dengdan

Di 19ê îlonê de hilbijartina parlamentoyê, meclisa beledîyeyan û meclisa wilayetan çêdibe

Nordkurdiska – Kurmanji

Kî dikare deng bide?

Ji bo mafê dengdana parlamentoyê divê tu hemwelatîyê/a Swêdê bî, herî dawî di roja hilbijartinê de 18 salîya xwe temam kiribî û carek ji caran qeyda te ya nifûsê li Swêdê çêbûbe.

Ji bona mafê dengdana meclisa beledîyeyan û meclisa wilayetan de divê tu di nifûsa li beledîyeyê/wilayetê de qeydkirî bî û herî dawî di roja hilbijartinê de 18 salîya xwe temam kiribî. Eger ku tu hemwelatiyê/a welatek din ya derveyî Swêdê, welatên endam yên Yekîtîya Ewrûpayê, Norwecê yan jî Îzlandayê bî, divê tu bi kêmanî sê sal li ser hev berîya roja hilbijartinê di nifûsa Swêdê de qeydkirî bî.

Agahdarîyên li ser te yên ku 30 roj berîya roja hilbijartinê di daîreya nifûsê de qeydkirî ne tayînker e ku tu dikarî deng bidî û lik u derê dengê xwe bidî.

Qerta dengdanê

Ji herkesek re ku xwedîyê mafê dangdanê ye, herî dereng di 31ê tebaxê de bi rêya postê qerta dengdanê tê şandin. Şeklê wê wisa ye! Eger qerta dengdanê neketibe destê te yan jî te qerta xwe wenda kiribe, dikarî yeka nû ji beledîyeyê yan jî ji Daîreya Hilbijartinê ya Giştî bistînî.

Lîsteyên (qertên) hilbijartinê wisa bi kar tînî

Lîsteyên hilbijartinê li hemû derên ku dikarî dengê xwe bidî û li cem partîyan hene. Rengê lîsteyên hilbijartinê ji bo parlamentoyê zer e, ji bo meclisa beledîyeyan spî ye û ji bo meclisa wilayetan jî şîn e.

Sê cûreyên lîsteyên hilbijartinan hene:

Lîsteyên hilbijartinê yên hem bi navên partîyan hem jî navên namzetan ve. Eger tu wê bi kar • bînî tu dikarî dengê bi tercîh (ji bo namzetek şexsî) jî bi kar bînî.

Lîsteyên hilbijartinê bi navên partîyan lê bê navên namzetan ve. Ev bi tenê ji bona hin • partîyan heye û bi tenê eger bixwazî denê xwe bidî partîyê dikarî bi kar bînî.

Lîsteyên hilbijartinê yên bê navên partîyan û bê navên namzetan. Ev lîste, dema ku lîsteyên • partîyên ku dixwazî dengê xwe bidî tune be, ji bo ku navê partîyê binivîsînî tê bikaranîn. Navê partîyê heta ku ji te tê bi awayek zelal binivîse.

Berîya her tiştî, tu dengê xwe didî partîyekî. Eger tu bixwazî ku ji namzetên partîyê kesek taybetî bê hilbijartin, tu dikarî dengê xwe yê bi tercîh bidî wî/wê. Dengê xwe yê bi tercîh bi rêya îşaretkirina çarçoveya li pêşîya navê namzetê/a di lîsteyê deku dixwazî bê hilbijartin, bi kar tînî. Bi tenê tu dikarî ji bo kesek dengê bi tercîh bidî.

Kontrola nasnameyê

Ji bo bikaribî dengê xwe bidî divê tu nasnameya xwe îspat bikî. Eger tu ji alîyê karmendên hilbijartinê ve nenaskirî bî divê tu belgeyek nasnameyê, bo nimûne, ehlîyet, pasaport yan jî nasnameya cîyê kar nîşan bidî. Eger nasnameya te tunebe, dikare kesek din ji bi nasnameyê te bibe kefîl (şahidî bike) lê wê demê divê ew kes bikaribe belgeyek nasnameyê nîşan bide.

Li van deran dikarî dengê xwe bidî

Tu dikarî yan roja hilbijartinê li lokala hilbijartinê yan jî pêşwext dengê xwe bidî.

Di roja hilbijartinê ya 19 Îlonê de dengdan

Tu dikarî bi tenê li wê lokala hilbijartinê ku di qerta dengdanê de nivîsandîye dengê xwe bidî. Li wê derê adresa lokala hilbijartinê û saetên ku vekirî ye jî nivîsandîye.

Li lokalê afîşên ku deng dayîn çawa çêdibe nîşan didin, hene.

Ji 1ê îlonê şûn ve pêş wext dengê xwe bide

Dema tu dengê xwe pêşwext bidî divê qerta te ya dengdanê bi te re be.

Ev nîşan (sembol) dîyar dike ku ew der lokaleke ku tu dikarî dengê xwe pêşwext bidî. Ev dikare bo nimûne, buroyek beledîyeyê, dibistanek yan jî kîtêbxaneyek be. Li lokalê afîşên ku deng dayîn çawa çêdibe nîşan didin, hene.

Tu dikarî li malpera Daîreya Hilbijartinê ya Giştî, www.val.se yan jî ji beledîyeyê, li ser cîhên ku tu dengê xwe dikarî pêşwext bidî, agahdarî bigrî, Eger tu li derveyî beledîyeya xwe dengê xwe pêşwext bidî û bixwazî dengê bi tercîh bi kar bînî, divê tu bi xwe re lîsteya hilbijartinê bibî da ku bikaribî dengê xwe bidî namzetên partîyê yên li bajarê xwe.

Dengdana bi rêya wekîl

Eger tu nexweş bî, kêmfonksîyon bî, yan jî pîr bî û nikaribî herî lokalek ku mirov dikare dengê xwe bide, dikarî dengê xwe bi rêya wekîlek bidî. Tu bixwe zerfên xwe amade dikî lê kesek din di şûna te de wan zerfan dibe lokala hilbijartinê yan jî lokalek din ku lê dengdana pêşwext pêk tê. Wekîl dikare, bo nimûne mirovek te yan jî kesek ji xizmetgerîya li malê [hemtjänst] be. Eger posteyê te ji alîyê karmendên posteyê gundan ve dikeve destê te, dikare ew jî bibe wekîl.

Ji bo ku bikaribî dengê xwe bi rêya wekîlek bidî pêwîstîya te bi hin materyalan heye ku divê ji Daîreya Hilbijartinê ya Giştî bê xwestin. Eger dixwazî dengê bi tercîh bidî divê tu bixwe lîsteyên hilbijartinê yên bi navê namzetan peyda bikî.

Li derveyî welat dengdan

Tu dikarî ji derveyî wela bi rêya postê (nameyê), li sefaret yan jî konsolosxaneyên Swêdê dengê xwe bidî. Ji bo ku bikaribî dengê xwe bi nameyê bidî pêwîstîya te bi hin materyalan heye ku divê ji Daîreya Hilbijartinê ya Giştî bê xwestin. Eger dixwazî dengê bi tercîh bidî divê tu bixwe lîsteyên hilbijartinê yên bi navê namzetan peyda bikî.

Li ser dengdanê agahdarîyên zêdetir

Daîreya Hilbijiratinê ya Giştî, Tel: 020-825 825 (ji derveyî welat: +46 8 635 69 00)

Malper: www.val.se • Posteya-E: [email protected]

Beledîye: Agahdarîyên peywendîyê di qerta dengdanê de heye

Rêvebirîya Wilayetê: Agahdarîyên peywendîyê di qerta dengdanê de heye

 

 

 

Back to top button