KCK bi gotina Ocalan nake
Hevserokatiya KCKê di daxuyaniyekî de ragihand û behsa pirsa çekdanînê kir.Gelek vekirî KCK dibêje: biryara çekdanînê ne di destê Ocalan û HDPê de ye.KCK di daxuyaniya xwe de dibêje, Ocalan di mercên Îmralî de nikare daxwaza çekdanînê bike.KCK dide xuyakirin ku; nabê pirsa devjêberdana çekan li ser Ocalan ferz bikin.Eger bête ferz kirin jî ev yek ji aliyê me ve nayê bi cih anîn.Herweha KCK behs HDPê jî dike û dibêje: HDP jî nikare banga çekdanînê li gerîlayan bike ji ber ku ne partiyeke qanûnî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.KCK ji Tirkiye daxwaz dike ku ji bo bi hêzkirina agirbestê gavên ciddî bavêje.KCK dibêje bila parlementoya Tirkiye role xwe çareserkirina pirsgirêka kurd de bileyze. Ji bo vê yekê Tirkiye pêwistî bi destûrek nû heye. Vekirî dixweyî ku hêdî KCK heta bikaribe bi gotina Ocalan nake. Herweha KCK rasterast nebêje jî dixwaze ew bi xwe bibe muxatabê çekdanînê û pirsên din.Ji xwe gelek pisporên siyasî behsa aloz bûna rolê Ocalan di nava PKKê de dikin. lê KCK ve yekê vekirî nabêje û lê di pratîkê de jî guh nade ocalan. Ocalan ji berî hilbijartinên Tirkiye demekî daxwaz ji KCKê kir ku kongreyek awarte bicivînin û biryara devjêberdana çeka bigrin. Lê KCKê ev yek neanî cih.