Cîhan

Karsazê Rusî hate kuştin

Li Rûsya bajarê Tulayê ku 200 km ji Moskovayê dûr e, Vyaçeslav Truhaçevê Rûsî ku 58 salî ye û  xwediyê karxaneya çek û teqemenîyê ye, bi êrîşeke qisasnediyar hate kuştin. Dema ku hatiye kuştin, balkêş e ku dengê çekan jî nehatiye bihîztin. Berik  ji ber ku li nîvê eniya wî ketiye, pêre pêre jî miriye.

Hêjaye bê gotin ku Vyaçeslav Truhaçevî lazimatiyên leşkerî ji bo Beşer Esadî  bi balafirên rêwiyan dihinartin Şamê. 

 

Ev mesele jî, dema ku Tirkiye balafira rêwiyan li asîmanê Tirkiyê bêgav hişt ku dakeve balafirgeha Enqerê û di lêgerînê de ku bûjenên leşkerî hatin dîtin, eşkere bûye.

Daxuyaniya ji bo kuştina Vyaçeslavî ya komîteya Rûsî ya Lêkolînê (KBP) ku hatiye belavkirin, karsazê çekan şeva roja çarçemê dema ku ew ji karxaneya xwe derketiye derva ku here malê, ji aliyê kujerekî kirêkar ve hatiye kuştin.

Polîsên Rûsî dest bi lêkolîneke berfireh kirine, da kujer a kujerên  Vyaçeslav Truhaçevî derxînin holê.

Ev karxaneya ku di senayîya Rusya ya parastinê de ye, sarûxên kurtavêj û dûravêj herweha sîstema sarûxên li dij balafirên cengî jî çêdike.

Back to top button