Karsaz xwedî li sêwiyên Kurdistanê derdikevin
Li dirêjahiya kar û çalakiyên projeya çavdêriya azîzên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo yarmetîdana zarokên sêwî yên li Herêma Kurdistanê, bi hevkariya xêrxwaz û dewlemend û kesayetî û sermayedarên Herêma Kurdistanê, li ser beşa qonaxa Kurdistanê, mûçeya 4 mehî li ser 4551 zarokên sêwî (azîz) yên li parêzgeha Silêmanî, Dihok û Hewlêr û îdareya Germiyan dabeş kir.
Roja 24/03/2015 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo zarokên sêwî yên li Herêma Kurdistanê li qonaxa Kurdistanê li seranserê Herêma Kurdistanê dest bi dabeşkirina mûçeya çar mehî ya zarokên sêwî (azîz) kiriye û ji bo vê mebestê jî di destpêkê de li bajarê Hewlêrê dest bi dabeşkirina mûçeya 4 mehî li ser (1211) zarokên sêwî kirin ku hemû sûdmendbûn. Heman demî de li bajarê Silêmanî jî bi heman awayî Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dest bi dabeşkirina mûçeya zarokên sêwî li ser (1099) zarokan de kiriye. Ji aliyeke din ve li bajarê Dihokê Nivîsîngeha Projeya Çavdêriya Azîzên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mûçe li ser (853) zarokên sêwî da dabeşkir.
Ji aliyeke din ve Nivîsîngeha Germiyan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sînorê parêzgeha Kerkûk û dewrubera wê mûçeya çar mehî li ser (546) zarokên sêwî de dabeşkir. Heman demî de li dirêjahiya dabeşkirina mûçeya azîzên Kurdistanê ya ji bo azîzên sînorê bajaroka Kelar ku hejmara wan (537) azîz bû (450) azîz amade bûn û mûçeyên xwe wergirtin. Heman demî de ji bo azîzên sînorê qezaya Kifrî ku hejmara wan (137) azîz bû (120) azîz amade bûn û mûçeyên xwe wergirtin. Ji bo azîzên sînorê qezaya Xaneqînê jî ku hejmara wan (168) azîz bû (150) azîz amade bûn û mûçeyên xwe wergirtin.
Di derbarê çawayiya dabeşkirina mûçeya çar mehî ya azîzên Kurdistanê ku ji aliyê dewlemend û xêrxwaz û kesayetî û sermayedarên navxweya Kurdistanê ve hatibû komkirin, Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Di destpêka vê qeyrana darayiya rû li Herêma Kurdistanê kiriye. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewldaye mûçeya zarokên sêwî dabîn bike. Bi spasiyê ve ew kesên xwedî kompanya û karsaz û sermayedar û kesayetî li ser soza xwe ne li yarmetîdana zarokên sêwî yên li Herêma Kurdistanê. Vê heftiyê jî me dest bi dabeşkirina mûçeya (4) mehî ya zarokên sêwî (azîz) yên li Herêma Kurdistanê kiriye, ku vê qonaxa taybet de dewlemend û xêrxwaz û kesayetî û sermayedarên navxweyî alîkariya nêzîkî (4551) zarokên sêwî kirine. Xweşbextane me karî mûçeya (4) mehî jî ji bo wan dabîn bikîn û beşdarbûyên vê projeyê amadehiya xwe ya bi tevahî ve têdane, ji bilî wê qeyrana darayî ku rû li Herêma Kurdistanê kiriye. Lê belê amadene mûçeya zarokên sêwî dabîn bikin ku çar meh carek li ser wan da tê dabeşkirin û ji bo her zarokek azîz (50$) hatiye terxankirin.