Civak
Karesata madenê ya li Sêrtê: 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Şêrva(Qufra) ya Sêrtê di kana(Maden) sifirê de hilweşîn pêk hat. Sê karkerên ku ji bin xirbeyan hatin derxistin, tevî hemû mudaxeleyannehatin xilas kirin û nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dan.
AFAD, UMKE, îtfaiye, cendirme û ekîbên 112 sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Zekai Can Çalik (32) ku ji bin xirbeyan birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Tevî hemû hewldanên li vir jî Çalik nehat rizgarkirin. Hejmara miriyan derket 3yan. Orhan Gultekîn û Emre Gokduman ên di bin xirbeyan de bûn jî hatin derxistin. Gokduman û Gultekîn tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.