CivakRojev

Karayilan: Ala PKKê û HPGê bilind nekin

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê, Murat Karayilan daxwaz kir ku , PKK yî di çalakiyên xwe de alên PKK û HPGê bilind nekin û bi rengên xwe tevlî çalakiyan bibin.

Murat Karayilan li gel medyaya PKKê axivî û bejsa gefên Tirkiyê û hinek babetên din kir.

Murat Karayilan got: “Bi fermî dibêje ‘Ez ê bi 30 kîlometreyî xetekê çêbikim, tampon’. Dibêje ‘Ez ê milyonek mirovî bînim li wir bi cih bikim’. Lê belê ev tiştên fermî dibêje. Bi esasî dixwaze tevahiya Rojavayê Kurdistanê, heta beşek ji axa Ereb lê dimînin, ew sînorê ku jê re dibêjin ‘Mîsakî Mîlî’ ji Helebê heta pişta Hesekê hemûyan dagir bike. Planê xwe wisa heye. Çavê xwe berdaye petrola wê derê, petrola Rimêlanê, dewlemendiya wê derê. Dixwaze di wir de rêyekê ber bi Iraqê re veke, xeta trenê berê li wir heye, dixwaze yekser di wir re bibe. Ji ber wê Şingalê jî dike hedef.

Eger Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van tecrûbeyên çend salên dawî sûdê werbigire, şerê gel ê şoreşgerî bi şêwazekî rasteqîn bimeşîne, dê karibe dewleta Tirk bixitimîne û têk bibe. Şerê gel ê şoreşgerî ne tiştekî ji rêzê ye. Mînak, Ukraynayê jî hinekî meşand, dewleta Rûsyayê ya ku ewqasî xwedî derfet û teknolojî kete nava zehmetiyê. Belkî şer hînê dewam dike, em niha nikarin li ser tiştekî bêjin, lê belê divê kes ji dorpêçê netirse. Hema wisa koç neke. Gel divê alîkar be. Yanî gel belkî her kes weke leşkerekî tevnegere, bi çekê şer neke. Lê belê li cihê xwe be, cihê xwe bernede.”

Karayilan berdewamiya axvtina xwe de dibêje: Gelê me niha çalakiyan dike. Lê hin caran mirov lê dinihêre, ev çalakî mîna ku li Ewropayê ye. Tu di nava şer de ye, divê tu biçe nava gundan gel tevger bike, taxan tevger bike, binerd çêbike, xwe ji şer re amade bike. Lê piranî wisa meş e û hwd. Baş e, bi taybetî ji bo derd û daxwazên xwe bînin ziman xwepêşandan pêwîst e û baş e, hêja ne. Lê belê meşên wisa, weke ala me ya partiyê, yan jî yê HPGê rakirin weke li Ewropayê, ev şaş e, em tevlî vê nabin. Bi qasî ez zanim rêveberiya me jî tiştekî wisa naxwaze. Divê her kes bi rengê xwe bimeşe. Bi rengê xwe tevbigere, bi ala xwe tevbigere. Yanî şaşitiyên wisa divê nebin.

Back to top button