Karasu ji bo PDKê: “ Dîrok we efu nake “
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, di medya PKKê de bû mîvanê bernameya “Ulkeden“ li vê derê daxûyaniyên balkêş dan. Karasu behsa rewşa Kurdistana Başur û siyaseta PDKê kir.
Her kurdek niştimanperwer û di siyasetê ve peywendîdar dema gotinên Mustafa Karasu bixwîne baş tê digihê ku, siyaseta PKKê çiye û çi dixwazin . Ji hemûyê girîngtir dê bibînin ku tu pêwendiya siyaseta PKKê Kurdistanîbûnê ve tuneye.
Gelek cara mirov tiştna dibêje ku tenê xwe dixapîne û kesek jî ji wan gotina bawer nake. Berê xwe bidinê Karasu ji bo PDKê û siyaseta PDK çi dibêje.
Beşek ji axavtina Karasu ku di ANF de hatiye weşandin.
“ Karasû rewşa Başûrê Kurdistanê jî nirxand û got, “Bi dîtina me, PDK rewşa heyî ya siyasî, şerê sêyemîn ê dinyayê yê li Rojhilata Navîn diqewime, armanca dewleta Tirk rast nanirxîne. Di vê mijarê de şaştiyan dike. Jê heye ku bi filan siyasetê dikarin metirsiyan ji holê rakin. Polîtîkaya dewleta Tirk eşkere ye, vê yekê eşkere jî dibêjin. Armanca xwe Mîsakî-Mîllî ye. Yanî dixwaze li Mûsil û Kerkûkê serwer be.”
Karasû ji PDK’ê pirsî ku vê polîtîkaya dewleta Tirk dibîne yan na û got, “Gelo nabîne ku dixwazin Rojava, Başûrê Kurdistanê kontrol bikin û van herêman bikin qada belavbûna netewebûna Tirk? Nabîne ku xwedî polîtîkayeke bi vî rengî ye? Dibe ku PDK dibêje em dikarin vê asteng bikin. Baş e bi çi? Dibe ku ji wan heye ku bi têkiliyên bi DYE, Îsraîl û welatên Rojavayî re bixwazin vê asteng bikin. Ev yek xwe xapandine. Belê dikarin dîplomasiyuê bikin. Lê belê ya esasî yekîtiya Kurdan dikare vê asteng bike. Bi taybetî têkoşîna Kurdên li Bakurê KUrdistanê dikare vê asteng bike. Dema ku têkoşîna Kurdên li Bakurê Kurdistanê bi dawî bû ya jî lawaz bû hingî kes nikare li pêşiya dewleta Tirk a ji bo kontrolkirina Başûr û Rojava bibe asteng, kes nikare rawestîne. Wê hîn bi coş vê yekê bikin. Lewma ez bi dostanî dibêjim; polîtîkayên PDK’ê şaş in. Ev yek nenaskirina dijmin e. Nefêhmkirina dijminê Kurdan e. Dewleta Tirk pêşengê dijminatiya li Kurdan e. Divê vê yekê bibînin.”
Karasû diyar kir ku divê PDK polîtîkayên xwe ji nû ve binirxîne û got, “Em li dijî gelê Tirk nînin. Em dixwazin Tirkiye demokratîk bibe. Em li dijî zîhniyet û feraseta heyî têdikoşin. Feraseta heyî dijminê Kurdan e, dijminê demokrasiyê ye. Naxwe bi welatekî demokratîk ê ku Kurdan qebûl dike çima têkilî neyê danîn? Bi her kesî re têkilî dikare bê danîn. PDK jî dikare bike. Lê polîtîkayên heyî şaş e, ji xwe em vê rexne dikin.”
Karasû liv û tevgera MÎT’ê ya li Başûr bi bîr xist û got, “Her roj operasyonê dike û dibêje; MÎT û TSK bi hev re operasyon kir. Bi taybetî li Behdînanê ku PDK lê ye MÎT û Parastin bi hev re dixebitin. Em bi vê zanin. Gelo bi vî rengî dibe? Ev yek wê çi bi PDK’ê bide qezençkirin? Dewleta Tirk dixwaze me tine bike. Nepêkane ku me tine bike, lê em bêjin ku me tine kir, wê PDK bi ser bikeve? Bi rastî jî mirov PDK’ê fêhm nakin. Xizmetê ji kîjan aqlî re dike?”
Karasû destnîşan kir ku ew naxwazin bi PDK’ê re bikevin nava rewşeke aloz û got, “Em li dijî dewleta Tirk têdikoşin. Polîtîkayên me û yên PDK’ê ji hev cuda ne. Ev tiştekî asayî ye. Di nava hemû partiyên Kurdan de cudahî hene. Tiştekî normal e. Ev yek ne sedema şer e. Bi dewleta Tirk re 40 sal in em têdikoşin, ne tiştekî nû ye. Di sala 1982’an de têkilî pê re hebû. Lewma PDK divê polîtîkayên xwe ji nû ve binirxîne. Mesûd Barzanî çend roj berê got, ’em şerê birakujiyê naxwazin’. Baş e, gotineke xweş e. Lê belê li dijî birayên te şerekî tinekirinê tê kirin. Nêzîkatiya te ya di vê der barê de wê çi be? Yên ku dixwazin birayên te bikujin piştevaniyê ji te dibînin. Her wiha ji ber ku hûn çavên xwe ji hin tiştan re digirin hin bûyer diqewimin. Ev yek wê bi çi rengî be?”
Karasû ambargoya li ser Mexmûrê jî nirxand û got, “Mijara Mexmûrê taybet e. Mexmûr Botan e. Li herêma Botanê berê têkiliyên PDK’ê jî hebûn. Ji xwe herêma herî nêzî Başûr e. Ew çawa hatin Başûr, PDK pê zane.”
Karasû diyar kir ku ew mirovên ji ber zext û zordariya dewleta Tirk koçber bûn niha dibin hedefa pirsgirêkên PDK’ê û got, “Gelo ev dibe? Divê ev yek bê guhertin. Dibe ku di navbera PDK û PKK’ê de pirsgirêk hebin. Em ji hin polîtîkayên PDK’ê aciz in, ew jî li gorî xwe dibe ku ji hin polîtîkayên me aciz bin. Lê belê divê ev yek bandorê li gel neke. Me gelê Başûr, yê Bakur jî bi van pirsgirêkên navxweyî nehesand. Niha hin pirsgirêkên siyasî yên PDK’ê hene, lê ne rast e ku gel, penaberan bi vê yekê bihesînin, bandorê li gel bikin. Ev yek wê çi bi PDK’ê bide qezençkirin? Tenê wê kêfa Tirkiyeyê bîne. Ji xwe ji ber daxwaza Tirkiyeyê tê kirin. Divê bi vî rengî nebe, divê pirsgirêkên siyasî bandorê li gel nekin. Dorpêç kirine, nahêlin ku mirov biçin nexweşxaneyan jî.” Karasû destnîşan kir ku ev yek polîtîkaya mêtingeran e û got, “Polîtîkayeke ku hêzên dijmin vê dikin. Gelo ev gel dijmin e? Xizmên wan ên PDK’î jî hene. Lewma têkiliyên siyasî divê bandorê li wê deverê nekin.”
Karasû diya rkir ku ti eleqeya bûyera Hewlêrê bi wan re nîne û got, “Hevalan jî ragihandin ku dibe ku welatparêzên Kurd ew bûyer kiribin. Dibe ku ew jî li her deverê geriya bin. Em nizanin, dibe ku çûbin Mexmûrê jî, ya jî neçûbin. Dibe ku çûbin Silêmaniyeyê ya jî Kerkûkê, ya jî Duhokê. Dibe ku li her deverê geriya bin.”
‘DÎROK WÊ WE EFÛ NEKE’
Karasû destnîşan kir ku divê PDK dest ji vê nêzîkatiya xwe berde û got, “PDK partiyeke Kurd e. Em jî yekîtiya Kurdan dixwazin. Em dixwazin têkiliyên navbera PKK û PDK’ê sererast bibin. Em dixwazin Kurdên li Başûr hemû bibin yek. Em vê yekê ji bo Rojava jî dixwazin. Li Rojava ENKS heye, bila ENKS bi Kurdên li wê deverê bibin yek. Tê gotin ku ENKS vê qebûl nake. Dibêjin ku ENKS dibêje, ‘ez bi wî rengî nabim. Ez ê bi artêşa Tirk re bêm. Artêşa Tirk wê dagirk bike, ez ê jî li wir serdest bim’. Gelo ev dibe? Biçe xwe bi rengekî serbest bi rêxistin bike, bixebite, propagandayê bike! Lewma ambargoya li ser Mexmûrê wê ji aliyê dîrokê ve neyê efûkirin. Kî dixwaze? Dewleta Tirk dixwaze. Ji bo sererastkirina têkiliyên bi dewleta Tirk. Ev ne tiştên rast in. Divê ev yek bê terikandin.”