PolîtîkRojev

Kandîdên PKKê yên Şingalê nûnertiya êzîdiyan nakin

Li gorî nûçeya Basnews, PKK ji partiya Newey Nwê (Nifşa Nû bi serokatiya Şasiwar) bê hêvî bûye, ji ber ku dixwast dîsa wê partiyê bikar bîne da ku derbasî nav parlementoya Iraqê bibe.

Siyasetmedarê êzîdî û parlementerê berê yê Kurdistanê, Şêx Şamo ji BasNewsê re got, PKKê gelek kes wek kandîdên xwe li nav hêz û rêxistinên xwe yên li Şingalê de bicîh kiriye û dixwaze derbasî nav parlementoya Iraqê bike lê şansê wan yê serkeftinê nîne ji ber ku ew nûnertiya êzîdiyan nakin.

Şêx Şamo her wiha got, eger PKK bikaribe derbasî nav parlementoya Iraqê bibe wê çaxê dê rewşa Şingalê xirabtir bibe ji ber ku xwe sepandina PKKê bi ser Şingalê de ji bilî rûyê wê serbazî, rûyekî siyasî jî werdigire. Lê eger rêkeftina Şingalê bicîh were ew arîşe jî namîne.

Back to top button