Kamyona alîkariyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî metirsîdar dît û ev yek li ser medya civakî ragihand.
Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Îlay Aksoy, TIR’(balhirgir)a Weqfa Barzanî ya ku ji bo herêma erdhejê alîkarî şandibû wekî “valahiya ewlehiyê” nirxand ê ev rewş şermezar kir.
Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a ji bo Karên Koçberî û Polîtîkayên Civakî Îlay Aksoy li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Kamyona Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, yanî kamyoneke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, nû hat dîtin ku ji navenda Adiyemanê diçe navçeya Gölbaşı.
Kî van kamyonan kontrol dike?
Em niha bi valahiyeke mezin a ewlehiyê re rû bi rû ne!”
Bi karhênerên medyaya civakî bertek nîşanê vê Twittera Jina nijadperest dan û dibêjin:
“Ji ber ku ev kamyon bi balafiran nayên, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê tên welat. Di derbarê pêvajoyê de agahiyên Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê jî hene. Ma hûn qet nikarin vê yekê bifikirin?”
Çima hûn qemyonên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin armanc, ne keştî, balafir û kamyonên Amerîka, Brîtanya, Pakistan û welatekî din?
“Hûn bi qasî ku nîjadperest in, nezan in. Tîmên alîkariyê, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û kamyonên alîkariyê yên ku hûn di nûçeyan de jê re dibêjin Qeter ev in. Ew ji Hewlêrê (hewler) ji Iraqê tên. Heke hûn dixwazin tiştek kontrol bikin, kamyonên talankirî li nîvê rê kontrol bikin.
Partiya Demokrat endamê Tifaqa Milet a wek maseyê 6 kolî tênaskirin e. Partiyeke muxalefetêye..