Polîtîk

Kalkan guhê HDPê kişand

Ji berpirsê PKKê Duran Kalkan di derbarê HDPê û rewşa Tirkiye de hinek dîtinên xwe gotin û HDPê wek partiyek Kurdî qabûl nake.

Di vê derbarê de Kalakn dibêje HDP ne partiyek kurdî ye, li tevahiya Tirkiye li gora yasaya hatiye damezirandin. Ji bo rêya siyasetê li Tirkiye vekirîbî divê PKK jî bikaribe eşkere kar bike. Niha sistema hazire ku PKKê di nava xwe de qebûl bike heta ku em bikaribin bêjin kurd dikarin siyasetê bikin.

Kalkan dibêjê ku hinek ji HDPê dibêjin em li Enqere ji parlementoya Tirkiye derkevin emê li Diyarbekir parlementoya xwe ava bikin.Ev ne raste. Parlementoya Tirkiye de siyasetê bikin. We ji derekîve derêxin di cihek din bikevinê.

Kalakn dibêje : Eger ne lazimbû , hun çun wê derê îi? Madem hun çune bimînin.

Ji aliyek din Duran Kalkan dibêje heta niha li himber Tirkiye em parastinê de bûn. Niha emê dest êrîşê bikin û faşîzma AKPê ji holê rakin.

Ji aliyek din Kalkan dibêje em naxwazin Iraq parçe bibe.

Duran Kalkan di eslê xwe de wek cara rexneyek tund li gotinên Demirtaş dike û dide xuyakirin ku HDP bê Qendil nikare biryara bide û dibê Demirtaş tişta em bêjin dibe ne ya we.

Herweha Kalkan wêran kirina Kurdistanê cihê wek, Silopî, Şirnex, Geverê, Misirbînê,Cizîrê, Hezex û Sur Diyarbekirê wek serkeftinekî dinirxîne.

Back to top button