CîhanRojev

Jon Fosse bû xwedîyê Xelata Nobel a Edebiyatê

Nivîskarê Norwêcî Jon Fosse ji ber ‘lîstok û pexşanên ​​xwe yên nûjen’ Xelata Nobel a Wêjeya 2023an wergirt.

Akademîya Zanistî ya Qraliyeta Swêdê ragihand ku Xelata Nobelê ya Wêjeya sala 2023an dane nivîskarê Norwêcî Jon Fosse. Xelat ji ber “lîstok û pexşanên nûjen ên ku nayên gotin tîne zimên” ji nivîskar re hat dayîn.

Jon Fosse di sala 1959 de ji dayik bûye, yek ji şanogerên herî girîng ên Norwêcê tê hesibandin. Di warên roman, helbest û kurteçîrokan de berhemên wî hene.

Back to top button