Jinên Tevgerê, jinên navdarên Kurd dane naskirin
Jinên Tevgera Ciwanên Kurdistanê li avahiya Komeleya xwe de semînerek di derbarê roja jinan ya cîhanî de amadekirin û li vê semînerê da jinên navdarên Kurd dane naskirin û behsa wê serdemê û jiyana wan ya bi êş û jan kirin
Li ser rûpela tora civakiya facebookê de Tevgera Ciwanên Kurdistanê behsa çalakiya xwe ya roja jinan ya cîhanî kirine û wiha dane zanîn: Mirov çi difikire bila bifikire yê girîng ewe ku bi rengê xwe wê fikrê dewlementir bike û pêşdetir bibe. Ne ku xwe di nav wê fikrê de bihelîne û rengê xwe wenda bike. Di vî warî de hevalên jin bi lixekirina cilên netewî helwestek xweş nîşan dan.
Bername bi sirûda netewî û bi rêzgirtin bo şehîdên Kurdistanê destpêkir. Pişt re li ser mijarên dîroka 8ê adarê, jinên navdar ên Kurd û jinên ku di jenosîdên Enfal û Dêrsimê de wanda bûne herkê hevalek axaftinek kir. Piştî axaftinan Kurtefîlmek li ser rewşa jinên Kurd hat nîşandan. Bername bi kokteyl û guhdarîkirina starn û grûba erbaneyê ya komeleyê bi dawî bû.
Em hevalên jin bo vê xebata wan pîroz dikin û bi vê minasebetê careke din Roja Jinan li hemû jinên cihanê pîroz dikin.