Kultur

Jinên Kurd li Duhokê kom bûn

Di çarçoweya amadekariya Konferansa Jinên Kurd de jinên Kurd hatin başûrê Kurdistanê. Heyet Li Duhokê civîna xwe ya yekem organîze dikin.

Li Amedê di roja 24 û 25 ê Avrêlê de bi pêşengiya jinên Kurd Konferansa Jinên Kurd hatîbû çêkirin û di vê Konferansê de 21 endam hatîbûn hilbijartin. Endamên jinên Kurd îro li başûrê Kurdistan destpê xebatên xwe kirin.

Civîn li navenda Rewşenbirî ya Zanîngeha Duhokê de destpêkir. Di civînê de Parlementera DEP ê ya berê Leyla Zana, Endamên Parlamentoya Kurdistanê Emînê Zikrî û Nasik Tewfîk, Arîkarê serokê KADEP Yuksel Avşar, Ji Hakparê Zozan Ekmen, Keça Qazî Muhammed Suheyla Qazî , Endamê Parlamentoya İraqê Ala Talabanî , Ji rêxistina Komalayê Sabrî Behmanî , Endamê Polîtburoya KDP Şîrîn Amedî , Arîkarê serokê PÇDK yê Necîbe Omer, Endamê berê ya Parlamantoya Ewropa Feleknaz Uca, Parlamentera BDP ya Wanê Fatma Kurtulan , Serokê Şaredariya Dêrîk Çağlar Demîrel û Profesorê Zanîngeha Harvard û Kurdê Rojhilatê Kurdistan Kajal Rahmanî amade bûn.

Di Civînê de mijarên ‘’ Rola Jinan ji bo Aştiyekî Mayînde’’ destpêkir û piştî nîvro jî ‘’ Tundûtujî li Hemberî Jinan’’ hatiyê gengeşîkirin.

Di heman demê de di civînê de biryarek hatiye stendin ku ‘’ Konferansa 2. ya Jinên Kurd ‘’ li Kurdistana başûr bihête çêkirin. Gruba Jinên Kurd heftekî li Kurdistana başûr bimînin û digel siyasetmedarên başûrî û saziyên jinan re hevdîtinên xwe bikin.

Back to top button