Civak

Jin dikevin di bin demana destûrê de

Her çend e Rêvebiriya Şopandina Tundûtujiya Li Dijî Jinan a ser bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, di sala 1.7.2007’ê de bi dûrişma “Ji Qonaxa Giliyan Ve Bo Qonaxa Çareserkirina Arîşeyan” hatiye damezrandin lê heta niha jî yasayeke taybet a wê nîne. Hevdem endameke parlamentoya Kurdistanê jî serokatiya parlamentoyê bi sedema paşdeketina wê projeyasayê dizane û lîjneya jinan a parlamentoyê jî dibêje, ew ji bo baştirkirina reşnûsa wê, projeyasayê paşde xistine.

Her çend e ev 8 meh in xwendina yekem bo wê hatiye kirin û digel hebûna rêjeyeke zêde tundûtujiya bi hemû şêweyî li hemberî jinan heta niha jî “projeyasaya berhingarbûna tundûtujiya malbatî” li parlamentoya Kurdistanê nehatiye pesendkirin.

Li gor çalakvanên warê mafên jinan,  Rêvebiriya Şopandina Tundûtujiya Li Dijî Jinan bê yasa û siyaseteke diyarkirî nikarî parastina mafên jinan bike.

Rêvebira Giştî ya Rêvebiriya Şopandina Tundûtujiya Li Dijî Jinan Kurdo Omer ragihand ku tu yasayekî taybet bo berhingarbûna tundûtujiya malbatî nîne. Lewra ew li ser yasayên berê kar dikin û li benda wê yekê ne ku “projeyasaya berhingarbûna tundûtujiya malbatî” ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve bê pesendkirin.

Bi ya hin çalakvanên warê mafên jinan di çend salên bihurî de jin bo çareserkirina arîşeyên xwe rêya dadigeh û tomarkirina gilî girtine ber û ew jî di rewşa jinan de pêşketineke û lewra derçûna yasayek bo rêxistina wî warî bi pêwîst dizanin.

Xwendina yekem bo “Projeyasaya berhingarbûna tundûtujiya malbatî” zêdetir ji 8 meh berî niha hate kirin û Lîjneya Jinan a parlamentoya Kurdistanê yasayê paşde xist. Derheqê sedema paşdexistina wê yasayê de seroka Lîjneya Jinan Geşe Dara dibêje: “Tu sedemeke din bo paşdexistina wê projeyasayê nîne, belku me xwe daxwaz kir da ku me xwest baştir bikin.”

Dara diyar kir ku ew niha hewl didin kêmasiyên nav projeyasayê nehêlin û paşê parlamentoya Kurdistanê wê pesend bike.

Geşe Dara tevî ku cext li ser derçûna yasayek bo rêxistina karûbarên Rêvebiriya Şopandina Tundûtujiya Li Dijî Jinan kir, got: “Derçûna yasayî bi tenê girîng nîne, belku bicihanîna yasayê girîng e û hişyarkirina wan kesan girîng e ku tundûtujiya li hemberî wan tê kirin, da ku wê yasayê bikar bînin.

Yasaya berê digel serdema îro nagunce

Ji ber nebûna yasayeke taybet bi tundûtujiya li hemberî jinan heta niha aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kar bi yasaya cezayê ya Iraqê dikin û li gor şarezayan piraniya madeyên wê yasayê digel serdema îro nagunce.

Berdevkê Civata Dadweriyê yê Herêma Kurdistanê Ebdulbasit Ferhadî jî dibêje: “Heta niha jî li dadigehan kar bi bi yasaya cezayê ya Iraqê tê kirin. Çimkî yasayeke me bi nave berhingarbûna tundûtujiyê nîne.”

Çalakvana mafê jinan Şîlan Hemenûrî jî cext li ser girtîngiya yasayê bo bidestxitina mafên jinan kir û got: “Ji bo çareserkirina pirsa jinan, yasa yek ji pişgirê jinan e.”

Hemenûrî cext li ser wê yekê dike ku karê Rêvebiriya Şopandina Tundûtujiya Li Dijî Jinan tenê şopandin nîne û wî karî bi erka wê rêxistinê dizane û daxwaz dike hikûm bi cidî pişgirî li doza jinan bike.

Şîlan Hemenûrî nebûna yasayek bo rêxistin karên wê rêvebiriyê bi astengiyeke mezin dizane û dibêje: “Rêvebiriya Şopandina Tundûtujiya Li Dijî Jinan niha nikare tu arîşeyeke jinan çareser bike. Çimkî ji ber nebûna yasayê, piraniya tawanan li jêr nave adet, kultur û sulha(aştî) eşîrî tên veşartin. Lê danîna yasa û cezakirina tawanbaran li hember tundûtujiyan dê rêgir bin. Digel me pirsa jinan hatiye perawezkirin û wek pirsekî nesereke nayê dîtin di hemû navend û di eqliyeta siyasî ya kurdî de. Digel hikûmetê nebûye pirseke girîng. Dema ku pirseke jinan tê pêş hin astengî derdikevin, wek gotûbêjkirina projeyasaya sunetkirina keçan ku bi ya wan şerm bû ku ev mesele di nav parlamentoyê de bê gotûbêjkirin.”

Şîlan Hemenûrî tevî ku rexne li hikûmet û navendên biryarê girt, amaje bi wê yekê jî kir ku eger hikûmet pirsên jinan wek pirs nizane û qebûl nake ku di nav civakê de çendîn pirs hene û divên bên çareserkirin, wê demê nikare tu tiştek bo jinan bê kirin.

Piştî belavbûna amara Rêvebiriya Şopandina Tundûtujiya Li Dijî Jinan li ser haletên tundûtujiyê, hejmareke rêxistin rexne li wê amarê girtin. Şîlan Hemenûrî derheqê vê mijarê de wiha got: “Rêvebiriya Şopandina Tundûtujiya Li Dijî Jinan nikare tundûtiyan kêmtir bike. Eger hin kes qala wê bikin ku rêjeya tundûtujiyan hatiye kêmkirin, wê demê wê rêvebiriyê bo kêmkirina wê diyardeyê çi yasayekê girtiye ber ku hêj yasayeke taybet bi wî warî nîne.”

Endamê Lîjneya Yasayî ya parlamentoyê yê ser bi Lîsteya Goranê Zana Reûf Hemekerîm jî serokatiya parlamentoyê bi sedema paşdexistina “projeyasaya berhingarbûna tundûtujiya malbatî” dizane û dibêje: “Diviya bû heta niha ew projeyasa bihatibe pesendkirin.”

 

Sakar Rostem:Warvîn

Back to top button