Polîtîk
Ji YNKê îstifa kir
Endamekî polit Buroya Yekitiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ji dev postê xwe û endametiya partiyê berda.Azad Cundiyanî endamê Polit Buroya YNKê û demekî dirêj berdevkê fermi yê YNK bû, nameyek ji cîgirên sekreterê Giştî yê YNKê re rêkir û di nama xwe de da xûyakirin ku, wî ji dev erkê xwe û endametiya YNKê berdaye.Cundiyanî nêzikî beşê Kosret Resul û Behram Salih bû. Heta niha sedema ku Cundiyanî ji partiya xwe veqetayî nayê zanin.Niha jî tê gotin ku desteya rêveberiya YNKê di serokatiya sekreterê Giştî Celal Talabani de dicivê. Di rastiya xwe de rewşe Talabani ya tenduristî çikas rê dide vê yekê jî nayê zanin.