Polîtîk

Ji serokwezîr re pirsa Tirkîtiyê

 

Li meclîsa Enqerê, di koma civîna BDPê de, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, di derbarê gellek mijaran de axifî û hizrên xwe anîne ziman. Ji wan yek jî, îfadeya serokwezîr a ku li hemberî Kurdan bikartîne bû.

Kişanak, li ser  gotina Erdogan ku qala Kurda dike dibêje, “hemwelatiyê min yên resen Kurd” sekinî û rexneyên xwe wiha gotin, ” serokwezîr hîn dibêje, hemwelatiyê min ên resen Kurd. Nabêje hemwelatiyê min ên Kurd. Serokwezîr dibêje ez ji yek milet jênagerim. Resenê we dibe ku Kurd be lê hûn Tirk in, miletê min yek e.  

Ger ku ez, ji birêz serokwezîr re bibêjim, serokwezîrê resen Tirk, qebûl dike? Bila xwe wisa binasîne. Kanê milet yek e ya. Ez jê dibirsim, ji bo xwe bilêvkirineke wisa guncaw dibîne?” 

 

Back to top button