Cîhan

Ji sedî 65 ê gelê Tirkiyê piştgiriyê dide NATOyê

Di Rapora Salane ya NATOyê de, ku ji aliyê Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg ve hat eşkerekirin, encamên anketa ku gelên 31 welatên endam beşdar bûne û gelê Swêdê ku di dema anketê de ne endam bûn lê hefteya borî tev li hevkariyê bûn, hatin parvekirin.

Di anketê de guherîna fikarên ewlehiyê yên piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê û nêrînên welatên endam ên di derbarê NATOyê de derdikeve holê. Encama anketê ya herî balkêş ji bo Tirkiyê ew e, welatên ku di nava welatên endamên NATOyê de herî zêde xwe di ewlehiyê de nabînin Tirkiye û Fransa ne. Ji sedî 49ê gelê Tirk û Fransayê xwe li welatê xwe ewle nabînin.

Encameke din a girîng ji bo Tirkiyê ew bû, ji sedî 65ê gelê Tirkiyê diyar kirine ku ew dixwazin welatê wan di nav NATOyê de bimîne. Encama din a sereke ya anketê ew e ku ji sedî 66ê welatiyên 31 welatên endamên NATOyê dixwazin welatên wan di NATOyê de bimînin. Ji sedî 61ê beşdaran bawer dikin ku endamtiya NATOyê metirsiya êrîşa ji welatekî sêyemîn kêm dike.

Di nexşeyên NATOyê de Albanya ji sedî 100, Lîtvanya ji sedî 89, Norwêc û Polonya ji sedî 88, Portekîz ji sedî 83, Romanya ji sedî 82, Estonya, Fînlandiya û Danîmarka ji sedî 81, Lûksemburg jî ji sedî 80, nêrîna xwe nîşan dan.

Dema em li 10 welatên dawî yên di rêzbendiyê de dinêrin; Montenegro ji sedî 46, Slovenya ji sedî 52, Bulgaristan ji sedî 56, Fransa ji sedî 57, DYE ji sedî 58, Slovakya ji sedî 60, Makedonyaya Bakur û Yewnanîstan ji sedî 63, Tirkiye ji sedî 65 û Kanada ji sedî 66, li ser mayîna endamtiyê nêrîna xwe anîn zimên.

Tirkiye û Fransa welatên NATO yên herî bê ewle ne Zêdeyî nîvê hemwelatiyên welatên hevpeymanan xwe ewle nabînin. Di sala 2022an de ji sedî 53 yê gelên endamên NATOyê li welatê xwe xwe ewle dibîni, ev rêje di sala 2023an de dadikeve ji sedî 50.

Di nav gelê Fransî, Îtalî û Tirk de rêjeya kesên ku xwe ewle nabînin ji yên ku xwe ewle dibînin kêmtir e. Rêjeya mirovên ku xwe ewle dibînin li hemû welatên din zêdetir e. Welatên ku xwe herî ewle dibînin Îzlanda, Norwêc, Montenegro, Danîmarka û Fînlandiya ne.

Back to top button