Ji sala 1999ê heta niha hevdîtin li gel Ocalan têne kirin
Li Tirkiye jii bo guhertina hinek babetên yasayî hukumetê teklifek radestê parlementoyê kir. Bi vê minasebetê wezîrê Dadê Sadullah Ergîn di civîna Komisyona Dadê ya parlementoyê de axavtinek kir.
Ergin di axvtina xwe de sedemê guhertinan da xuyakirin û behsa rewşa Ocalan û prosesa devjêberdana çekan jî kir.
Sadulah Ergîn Got: Eve 30 salin Tirkiye li dijê terorê ditekoşe. Me gelek kes winda kirin, me şehîd dan.Ev bûyer ne tenê bi sala 1983ê destpê kirine. Ji sala 1925ê heta îro gelek siyasetmedar,burokrat û sodyologa li ser vê babetê lêkolîn kirine.
Hemû partiyên siyasî berê li ser vê yekê xebatên xwe kirine.
Gelek rapor hatine amade kirin , di van raporan de hinek tedbîr hatine standin. Eve 88 salin bi awayekî, tedbîr têne standin, nirxandin têne kirin. Piraniya raporên di vê derbarê de hatîn amade kirin wek hevin. Pêşniyra bûne û gav hatine avêtin. Lê çikas çûye ev pirs girantir bûye û wek nexweşiyek bê çare lêhatiye. Ez dixwazim bêjim ku di vî warî de çewtiyek heye, tesbîtkirina nexweşîyê xelet hatiye kirin.
Ew tiştên ku 88 salin têne kirin û tu encam nedane û mirov hêja wan tiştan pêşniyar bike ,ev çikas dibe niştimanperwerî? Divê em li ser vê serê xwe biêşînin.
Ergin berdewambûna axvtina xwe de got: Herkes dibêje “ hun çewe dikarin li gel Ocalan hevdîtinan bikin“. Me rexne dikin. Lê roja ku Ocalan hatiye girtin heta niha çikas pêwîstî bûye dezgehê dewletê li gel Ocalan hevdîtin kirine.