Ji Mizgîniya Karayilan SÎHA derket
Murat Karayilan ber çend rojan gotibû emê mizgîniyekê bidin Kurdan û di serê Kurdan de pirs û meraq çêkiribû.
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan, rojên borî diyar kiribû ku ewê ‘mizgîniyê’ bidin.
Evê yekê di serê Kurdan de pirs û meraq çêkir. Gelek Kurd di wê texmîn û bahweriyê de bûn ku yekalî be jî wê PKK şer rawestîne û dibe ku dîsa bi dewleta Tirkiyê re dest bi mizakere û pêvajoyek nû ya aştiyê bike.
Lê texmîn pûç derketin, Karayilan dîsa wek her carê bi hest û xeyalên Kurdan lîzt û ji mizgîniya wî SÎHA derket
Karayilan çi mizgînî da?
Karayilan di daxuyaniya xwe ya îro de îdîa kir ku fersend û derfeta wan çêbûye ku karibin SÎHA yên Tirkiyê bê bandor bikin û bînin xwarê. Yanî, çekên li dîjî SÎHAyên Tirkiyê bi dest xistine (belkî jî Îranê dabe wan) û êdî tirsa wan ji êrîşên SÎHAyên Tirkiyê nemaye. Karayilan bi vê mizgîniyê hem bi hêvî û xeyalên Kurdan lîzt, hem jî „îxbariya partiya xwe kir û ji Tirkiyê re got ku êdî çekên li dijî SÎHA yan di destê PKK de hene“.
Ha ji we re mizgînî!