Ji Londonê birîna maaşên Kurdistanê eşkere bû
Rojnameya Erebî Cedîd ku bi zimanê Erebî û Ingilîzî tê belavkirin, eşkere kiriye ku sedema birîna mûçeyên fermanberên Kurdistanê siyasî ye û ji bo eweye Kurd li Hikûmeta nû ya Iraqê de bê neçar kirin ku asta daxwaziyên xwe kêmtir bike.
Rojnameya “Erebî Cedîd” ku li Londonê derdikeve, raporek li ser birîna maaş û mûçeyên fermanberên Kurdistanê belav kiriye û bi astengiyeke siyasî ya nû wesif kiriye.
Li raporê da dibêje, sedemeke diyar peywendî bi pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê ve heye, ji ber ku Kurd destberdarê Fuad Husên nabê wekî Wezîrê Darayî û her wiha komek daxwaziyên din li budçeya Iraqê heye. Ji bo wê yekê jî aliyan fişar û zextê xistine ser Hikûmeta kar birêkerê Adil Abdulmehdî heta mûçeya fermanberan bibrin.
Rojname li gel Parlementereke Iraqî axaftiye û navê wî jî eşkere nekiriye, Parlementer behsa ewe kir ku armanca birîna mûçeyê ji bo eweye Herêma Kurdistanê bê neçar kirin ku di dema danustandina pêkanîna Hikûmeta nû de asta daxwaziyên xwe kêm bike.