Polîtîk

Ji kurdên diyasporayê "Ne bes e, lê erê!“

Ji 60´î zêdetir rewşenbîrên Kurd, di „Konferansa Kurdên Diyasporayê“ de hatin ba hev û ji bo referandûma destûrê ku di 12 Îlonê de li Tirkiyê wê bê li dar xistin, banga „Ne Bes e, Lê Erê“ kirin.

Di civîna ku li bajarê Kolnê ya Elmanyayê hat pêk anîn, biryar hat girtin, ku ji bilî banga „erê“, daxwazên gelê Kurd yên ji hukûmetê jî daxuyaniya hevbeş ya civîne de divê bên eşkere kirin. Her weha hat pêşniyar kirin, ku gavên erênî yên AKP bên teşwîq kirin û pişgiriya sazî û dezgehên sîvîl yên Kurdistanî ku ji bo referandûmê helwestên xwe eşkere kirine bê kirin.

Civîn nêzikî 8 saetan dom kir. Beşdar heqê axaftinê girtin û li ser referandûma destûra 12 Îlonê, „rêlibervekirina Kurd“ û çareseriya pirsa Kurd dîtin û ramanên xwe eşkere kirin.

Komisyonek ji 3 kesan pêk hatî hat hilbijartin. Hate ragihandin, ku komisyon li gor dîtin û ramanên beşdaran daxuyaniyek hevbeş wê amade bike û li pey gengeşiyên dawîn, di 29.08.2010´an de daxuyanî bi civînek çapemeniyê ji bo raya giştî wê bê eşkere kirin.

Civîna çapemeniyê di 29.08.2010´an, saet 14.00´an de di Orient Palais Im Internationalen Wirtschaftszentrum (IWZ), (Wilhelm-Jakob-) Von-der-Wetternstr. 27, 51149 Köln (Porz Gremberghoven) de wê bê li dar xistin.

Nasname/Nûçe

Back to top button