Civak
Ji Komîsyona Hilbijartinê pêngavek nû
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê komîteyek navendî ava kir.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumana Galayî bi daxuyaniyekê ji medya xwecihî re ragihand ku ew komîte di bin serokatiya Serokê Desteya Hilbijartinan Ebas Ferhan de ye.
Berdevka Komîsyona Hilbijartinan da zanîn ku erka komîteyê wê cîbicîkirina biryar û sîstemên ku ji aliyê encûmena komîsyonê ve hatine dayîn be.
Beşek din ji erkên komîteyê jî amadekirina planek teknîkî ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û şopandina xebatên pêkhateyên din ên îdarî, pêkanîna kar û çalakiyên têkildarî pêvajoyê ye.