Polîtîk

Ji CHPê îstîfayek nû

Parlamenterê CHPyê yê Îstanbul Îlhan Kesîcî ji partiya xwe îstîfa kir . Kesîcî da zanîn ku sedema îstîfayê ne ji bo serokatiya partiyekêye.

Kesîcî îstîfaya xwe li Meclîsa Tirkiyeyê   ji raya giştiyê re pêşkeş kir.

Îlhan Kesîcî wiha qise kir: Di sala 2007ê de ez bûme endamê CHP . Nêzîkî 4 sale  di nava CHPyê de dixebitim û kes nikare bîranînekî min ê neyînî bîne ziman. Min di nava CHPyê de erkên pîroz girt û bawer dikim ku ew erkên ku min girt bûn, min bi awayekÎ serkeftî bi cih anîme.

Kesîcî da zanîn ku digel pêvojaya sala yasayê 5. ê  di jiyana siyaset û dewletê de pêvejoyek  nû dest pê kir.

Divê pirsgirêkên Tirkiye jî di nava dem de sivik bibe, “lê ez wisa dibînim ku  her ku diçe gran dibe û roj bi roj jî pirsgirêkên Tirkiye zêdetir dibin.”

“Di welatê me de bi taybetî jî di vê pêvajoyê de pêwîstiyek hemêzkirina civatî heye lê di civata me de cûdabûn, grupbûn û cihêbûn mixabin roj biroj zêde dibe.

Îlhan Kesîcî di hilbijartina 1995ê  de ji partiya ANAPê bûbû parlamenterê bajarê Bursayê û di vê pêvajoyê de jî erkên Asemblê Parlamenterê NATO û Endamê Komîsyona Parlamentoya Yekitiyê Ewropayê kir.

Back to top button