CîhanRojev

Ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê derfeta bûrsê

Wezîrê Xwendina Bilind a Rêveberiya Herêma Kurdistanê Aram Muhammed Kadir û Wezîrê Herêmê yê Berpirsiyarê Damezrandinê Aydin Marûf, bi Serokê Serokatiya Giştî ya Tirkên li Derveyî Welêt û Civakên Têkildar (YTB) Abdullah Eren û rayedarên din ên saziyê re hevdîtin kirin.

Wezîrê Xwendina Bilind a Rêveberiya Herêma Kurdistanê Aram Muhammed Kadir û Wezîrê Herêmê yê Berpirsiyarê Damezrandinê Aydin Marûf, serdana Tirkiyê kirin û di çarçoveya hevdîtinên xwe da bi Abdullah Eren û rayedarên din ên saziyê re hevdîtin kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê, hat gotin ku YTB a ku bûrs dide xwendekarên ji çar aliyên cîhanê, wê di bin çavdêriya rasterast a Wezîrê Xwendina Bilind de, bûrsên ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê zêde bike.

Şandeyê spasiya YTB ê kir ku derfet daye xwendekarên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li Tirkiyê bixwînin û her weha daxwaz kir ku ji xwendekarên xwendina bilind re bêhtir bûrs bê dayîn.

Kadir got da zanîn û got: “Ji bilî têkiliyên dîrokî, çandî, siyasî û aborî yên di navbera her du welatan de, divê em bi vê saziyê û hemû navendên zanistî yên welat re bixebitin da ku têkiliyên xwe yên bi Kurdistanê re di warê perwerde û xwendina bilind de berfirehtir bikin”.

Li gor daxuyaniyê, di rêya Wezareta Xwendina Bilind re li ser 3 astan, bûrs ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dayîn. Yek ji bo perwerdekirina karmendên hikûmetê, yek ji bo perwerdekirina mamosteyên zanîngehê û yek ji bo perwerdekirina dîplomatan.

Bûrs wê di bin çavdêriya rasterast a Wezîrê Xwendina Bilind de bê birêvebirin. Bi vê armancê jî wê di navbera her du aliyan de peymanek hevbeş bê îmzekirin.

Back to top button