Cîhan
Ji bo xêra xwedê êrîşî Ataturk kirin
Li bajarê Kayserî yê Tirkiyê 2 kesên ku yek ji wan jin bû, bi bivir êrîşî peykerê Ataturk kirin. Piştî êrîşê her du hatin binçavkirin.
Êrîşkara jin Zeynep A bersiva rojnamegeran da û got: “Min tenê ji bo xêr û riza Xwedê kir”. Êrîşkar Yaşar K jî anî zimên ku ew qet ne poşman e.
Bûyer li Kayserî, navçeya Kocasinanê, li Meydana Cumhuriyetê pêk hat, Piştî ku ekîbê polîsan êrîşa li Meydana Cumhuriyetê ferq kir, midaxeleyî gumanbaran kirin û ew girtin. Piştî girtinê hat dîtin ku Yaşar K û Zeynep A di êrîşê de 13 derbên bivir li Ataturk xistine.