DosyaRojev

Ji bo Tirkiye tehdîta herî mezin reqabeta navbera Tirkiye û Rusya de ye

Edîtorê nûçeyên derve yê rojnameya Britanî Financial Times(FT) David Gardner, gotubêja di navbera serokê Fransayê Emanuel Macron û serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan de û herweha pêwendiyên Tirkiye û Rusya di nivîsekî de dinirxîne. Gardner dibêje ku; minaqeşeya navbera Macron û Erdogan kete manşeta de, lê rekabeta Tirkiye û Rusya tehdîta herî mezin e. Gardner dibêje ,Putin Erdogan diceribînê  da ku derkeve ji derê kapasiteya xwe. Li gora FT sarbûnek mezin di pêwendiyên Rusya û Tirkiye de peyda bûye.

Gardner minaqeşa Erdogan û Macron dinirxîne û dibêje: Macron di derbarê bûyerekî de daxûyanî dan. Ev yek ji bo Erdogan bû firsendek, Erdogan xwe wek rêberekî yê misilmana dibîne û gelek bi tundî erîşê Macron kir. Gelek serokên misilmana ku qet hij Erdogan nakin jî, nekarin Macron biparêzin.

Wek din Gardner dibêje: Li Libyayê û Suriye Rusya û Tirkiye pîştevaniya grubên cuda dikin. Rusya li dijê êrîşê Tirkiye yê li bakurê Suriye bê deng dimîne. Sedema vê jî Rusya dixwaze sistema S-400ê bifroşe Tirkiye.Lê tehdîta herî mezin ji bo Tirkiye reqabeta navbera wan û Rusya ye.

Niha li Suriye rewş tê guhertin, Rusya li idlibê êrîşê grubek ku Tirkiye pişgiriya wan dike kir û 78 şervan kuştin. Di van rojên dawî Tirkiye li Idlibê ji dev 8 xalên xwe yên çavderiyê berdan û vale kirin. Rusya li himber helwesta Tirkiye ya şerê navbera Ermenistanê û Azerbeycanê de li Suriye êrîşê Idlibê dike.

Gelek zehmeta ku berjewendiyên Rusya û Tirkiye bikevin di cûyekî de. Tenê sala 2017ê berjewendiyên Tirkiye û Qeterê nêzikî hev bûne. Tifaqên Tirkiye li herêmê kirîn her demî dikare wek hêlmekî winda bibe.

Ji aliyek din ve Gardner dibêje: Ekonomiya Tirkiye aloz dibe.Pereyên tirkî bihayê xwe winda dike.Kêşeya Tirkiye ne tenê li gel Rusya û Ewropayê heye , pirsgirêkên Tirkiye li gel Amerikayê jî gelekin.Taybetî piştî Tirkiye dest ceribandina S-400ê kirîn kêşe mestir bûye. Eger Trump hilbijartinan de winda bike keşeya Tirkiye li gel Amerika mestir dibe.

Back to top button