Roj bi roj hilbijartinên 14ê Gulanê nêzik dibie. hewldanên pêkanîna lîsteyên kandîdatên parlementoyê berdewamin.
Demjimêra partiyên siyasî ya ji bo lîsteyên namzetên parlamenteriyê pêşkêşî Lijneya Bilind a Hilbijartinê bikin îro saet di 17.00 de bi dawî dibe. Komîsyona bilind a AKP’ê û Meclîsa Partiyê ya li CHP’ê dê hewldidin ku lîsteyên xwe heta demjimêra dawî amade bikin û radestî Lijneya Bilind a Hilbijartinê bikin.