Hukumeta Danimarka ji bo destûrê de guhertinê bike, biryar daye ku, qedexekirina şewitandina Qur’anê û pirtûkên din ên pîroz pêşkêşî meclîsê bike. Ev helwesta hukumeta danimarka bandorek mezin di vê derbarê de li hukumeta Swêd jî dike.
Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson, di civîna çapemeniyê de biryara hikûmeta Danîmarkayê nirxand.
Kristersson dibêje: Divê welatên ku di bin gefên terorê de ne, tedbîrên lezgîn bigirin Rêza min, ji vê biryara hikûmeta Danîmarkayê re heye. Ji bo ku Swêd biryareke wiha bigire, pêwîst e makeqanûnê biguherîne. Ji ber vê yekê ji bo Swêdê zehmet e ku vê rêyê hilbijêre.
Seroka Partiya muxalefetê, Partiya Sosyal Demokrat Magdalena Andersson, da xûyakirin ku, biryara hikûmeta Danîmarkayê dê Swêdê di qada navneteweyî de bi tenê bihêle.
Andersson got: “Danîmarka û Swêd di bertekên li hemberî krîza şewitandina Quranê de piştgirî dan hev. Ev biryara ku hikûmeta Danîmarkayê girtiye wê Swêdê li cîhanê bi tenê bihêle. Em ê di qada navneteweyî de mexdûr bin û em ê bi tenê bin, çavê cîhanê dê li ser me be.”