PYDê li rojavayê Kurdistanê pîrozbahiya Newrozê qedexe kir. Lê heman ziyniyet li Diyarbekirê Newrozê pîroz dikin. Zihniyeta PKKê li Rojavayê Kurdistanê ji bo zilm û zordariya xwe li ser aliyên siyasî berdewam bike û çavê kurdên ne hevalbendên xwe bitirsine li hemû deverên Kurdistana Rojava Newroz qedexe kir. Lê heman zihniyet HDP li Diyarbekir izin ji walî xwestin û Newrozê li gora xwe pîroz dikin.Piştî ku PKKê li Rojava Newroz qedexe kir û li Diyarbekir û hinek deverên din yê Kurdistana bakur pîroz dike, dive kurd li Bakur li himber vê helwesta durû xwedî helwestbin. Lazime ji bo pişgiriya Kurdistana Rojava û protestokirina helwesta PKKê ya qedexekirina pîrozbahiyên Newrozê li Rojava,Newroza Diyarbekir bê protesto kirin û xelk neçin Newrozê.Newroz li Diyarbekir newroza PKKê ye. Ji bo hinek armancên xwe yên teng ku tu berjewandiya Kurda lê tuneye Newrozê pîroz dikin.Herkesê tevlî Newroza Diyarbekir bibe dibê şirîkê qedexekirina Newroza Rojavayê Kurdistanê. Taybetî aliyên siyasî di vê derbarê de dive xwedî helwestbin û vê siyaseta PKKê eşkere bikin.Di rastiya xwe de tu cudayî wek naverok di navbera pîrozbahiyên PKKê û yên dewletê de tuneye. Ew Newroza bi hestên netewî neyê pîroz kirin ji bo kurda ne Newroze.Di Newrozên PKKê de, ne rengê Kurdistanê, ne dengê Kurdistanî û ne jî daxwaziyên Kurda hene.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close