CivakKultur

Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî rojekê boykot!

Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî zarokên xwe bişînin dersa kurdî.Dewleta Tirkan bi salan hebûna kurdan û zimanê wan qebûl nekir. Di encama têkoşînên gelek bi bedel û bi qurbanîyên giran de, îro di warê zimanê kurdî de hin gav hatine avêtin.Herçendî bi rêya qanûna esasî û qanûnên din hebûna kurdan nehatibe qebûlkirin, dîsa jî gavên ku tên avêtin pozîtîf in.Perwerdeya bi zimanê dayikê ku daxwazeke rewa ya milletekî ye, lê mixabin hê jî ji alî Dewleta Tirkîyê ve nehatîye qebûlkirin. Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî neteweyî ye û yek ji mafên herî bingehîn ê mirovahîyê ye ku divê bi rêya qanûna esasî were garantî kirin.  Heta ku hebûna kurdan û mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê neyê çareserkirin bi awayekî rastîn tu carî ew ê di pirsa kurd û Kurdistanê de nikaribin dest bi ”pêvajoyeke çareserî”ya rast û aqilane bikin. Divê em kurd û hemû Kurdistanî di vê sala perwerde û hîndekarîyê de ji bo ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî were qebûlkirin, em dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku ev maf were qebûlkirin, divê ku em roja pêşî ya xwendinê ”ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê” tevlî boykota 1 rojî ya dibistanan bibin.Heta ku em mafê xwe yê ji bo perwerdeya zimanê zikmakî bi dest xin, divê ku em zarokên xwe bişînin dersa kurdî. Divê zarokên me fêrî zimanê dayîka xwe bibin. Di vî warî de em dikarin di ”dersa hilbijartinê de” kurdî hilbijêrin û vê yekê ji bo fêrbûna zimanê dayîkê bikin fersend.Ji bo ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê were qebûlkirin û bi rêya destûr û qanûna esasî were misogerkirin, em bang li Dewleta Tirkîyê dikin divê hin gavan biavêje.Di serî de şaredarîyên Kurdistanê, em bang li hemû şaredarîyan , weqfan, Komele û karsazên Kurd dikin ku dezgehên perwerdeyê ava bikin.Belê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê em bang li hemû kurdan û Kurdistanîyan dikin, daku ji bo zimanê zikmakî rojeke xwendinê boykot bikin û ji bo zimanê dayikê/zikmakî zarokên xwe bişînin dersa kurdî ya hilbijartî.27.09.2015PAK( Partîya Azadîya Kurdistanê)Buroya Çapemenî û Ragihandinê

Back to top button