
Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Serkan Bayram ji bo ku 21ê Adarê wek Cejna Newrozê bê ragihandin pêşnûmeqanûn pêşkêşî Parlementoyê kir.
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya 21ê Adarê da wiha gotibû, “Heke em li vir rapirsîneke raya giştî bikin, hûnê amade bin ku 21ê Adarê wek cejna bihar û biratiyê îlan bikin?”
Erdogan di axaftina xwe de her wiha got, “Newroz ne cejna neteweyeke taybet e, cejna hemû gelê me ye, di serî de Elewî, Sunî, Tirk û Kurd û hemû erdnîgariya me ye.”
Newroz çi ye û kengê tê pîrozkirin?
Newroz weke kevneşopiyeke kûr tê dîtin, her sal di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin û sembola şiyarbûna xwezayê û hatina biharê ye.
Ev cejna ku di dîrokê de ji aliyê gelên Kurd, Tirk, Îran, Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn ve tê pîrozkirin, weke destpêka sala nû tê qebûlkirin.