CîhanRojev

Ji bo naskirina jenosîda Êzdîyan 80 hezar îmze

 

Ji bo naskirina komkujîya DAIŞê ya li dijî Êzdîyan 80 hezar îmze pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hatin kirin.

 Di çarçoveya daxwaznameya ku di Gulana borî de hatibû destpêkirin, 80 hezar û 927 îmze hatin komkirin û tê xwestin ku hovîtîya ku DAIŞê di Tebaxa 2014an de êrîşî Şengalê kir, ji alîyê hikûmeta Swîsreyê ve wek jenosîd bê qebûlkirin.

Îmzeyên ku hatin berhevkirin piştî daxuyanîya li ber Parlamenta Federal a Bernê ji alîyê komek ji 50 kesî ve, ku Parlamenterê Netewî yê Partîya Sosyalîst a Swîsreyê Roger Nordman, Parlamentera Parlamenta Netewî ya Keskan Natalîe Îmboden û şahid jî di nav de hene, pêşkêşî Serokwezîra Konseya Federal a Swîsreyê hatin kirin.

Di daxuyanîya ku li ser navê komê hat dayîn de, hat xwestin ku tiştê li ser Êzdîyan tê kirin wek qirkirin bê qebûlkirin û hat destnîşankirin ku ev berpirsyarî ye. Di daxuyanîyê de hat bibîrxistin ku raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) amaje bi wê yekê dikin ku tiştê ji alîyê DAIŞê ve li Êzdîyan hatiye kirin, di çarçoveya qirkirinê de ye.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku naskirina wek jenosîd wê rê li ber komkujiyên nû bigire. Ji alîyê din, endamên Meclîsa Neteweyî Fabian Molina, Mustafa Atici, Brigitte Crottaz, Laurence Fehlmann Rielle, Friedli Claudia, Barbara Gysi, Martin Landolt, Angelina Moser Tiana, Martina Munz, Jon Pult, Ursula Schneider Schüttel, Priska Seiller Graf, Lilian Studer, Nicolas Walder, Celine Widmer, bi pêşnûmeya ku di 15ê Hezîranê de pêşkêşî Parlamentoya Netewî kiribûn, bang kirin ku divê sûcên li dijî Êzdîyan pêk hatine wek jenosîd bê naskirin.  

 

Back to top button