CîhanPolîtîk

Ji bo êrîşên xwe em li benda sedemekê ne

Wezîrê Bergirî yê Israîlê Yoav Gallant û wezîrê Bergirî yê Amerîkayê LIyod Austin piştî hevdîtinê konferansek rojnemevanî li dar xistin.

Yoav di axavtina xwe de got: “Îran, Hizbullah û Hemas yek grûb in, her tiştek ji aliyê Îranê ve pêkhatiye, Îranê ev plan finanse kiriye û pilana êrîşê li Îranê hatiye çêkirin.”.

Ya giring ew e ku pilana vê êrîşê li Îranê hatiye danîn û ev hizira Îranê ye. Ji bo ku hêzên me jî bersivek hebe, ji bo êrîşên xwe em li benda sedemekê ne”.

Li roja 9ê vê mehê Ajansa Anadolê ya Tirkî belav kiribû ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan haydarî daye Serokê Israîlê Isaac Herzog .

Li gor amarên medyayên Israîlê, nêzî hezar û 300 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî du hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne. Li beranberî wê jî, li dû amarên saxlemiyê yên Xezzeyê, di encama êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de, hezar û 537 welatiyên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî şeş hezar kesên din jî birîndar bûne.

Amarên Neteweyên Yekgirtî jî dibêjin ku 423 hezar kes li Kertê Xezzeyê bê hal û mal bûne û ji bo xweparastinê ji êrîşên supayê Israîlê xwe di penagehan de heşar daye. Herwesa zêdetirî 150 Israîliyan û welatiyên welatên din ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatine girtin.

Back to top button